Perwerdehî

Di balafirê da kelecana qarneyan

Li Bitlîsê hin xwendekaran qarneyên xwe balafirê de stendin û gelek kêfxeş bûn.

20.01.2017 - Rojanekırın : 23.01.2017
Di balafirê da kelecana qarneyan

Bitlis

BÎTLÎS

Li Bitlîsê hin xwendekaran qarneyên xwe balafirê de stendin û gelek kêfxeş bûn.

Mamosteya Dibistana Navîn a Yoncabaşiyê Mîhraç Kuluyê daxuyand ku dixwaza xwendekarên wê ya herî mezin ew bû ku rojekê sarbine balafirê û ji xwe re bajarên mezin bigerin. Kuluyê got ku li ser vê wê biryar da ku zarokan bi balafirê bibe Enqereyê.

Li ser vê daxwaza zarokan mamosteyê ji bo 11 xwendekaran ji malbatan destur hilda û zarok li balafira ku sefera Mûş û Enqereyê dike siwar kirin. Mamosteyê ji erdê 11 hezar û 600 mîtro bilind li hewayê qarneyên xwendekaran belavkirin. Xwendekar gelek kêfxweş bûn.

Kuluyê di balafirê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got armanca wê ew bû ku xewnên xwendekarên xwe bîne cih.

Kulu wiha got: "Niha em li hewayê ne û ber bi Enqereyê va diçin. Zarokên me qarneyên xwe hildan û kêfxweş û kelecanî ne. Em gelek kêfxweş in ku bextewariya wan dibînin."

- Pîlot bi anonsê xwendekar pîroz kirin

Ekîba kabînê û Rêwiyan Kuluyê ku ji bo xwendekaran ev surprîz amade kir, pîroz kirin.

Haluk Tekerekê pîlotê balafirê bi anonsê xwendekarên ku cara ewil e li balafirê siwar dibin pîroz kirin û ji bo wan serkeftin xwest.

Xwendekaran bi ekîba kabînê ra wêne kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın