Perwerdehî

Li mekteba ku jê mezûn bibû nifşên teze dide xwendin

Tayîna Tîlgenê ji Sirûcê yê mamosteyê agahiyên civakî derkete xwendingeha ku ji vir 18 sal berê jê mezûn bibû. Tîlgen niha perwerdeyê dide xwendekarên ku li heman ciyî dixwînin û wan ji bo pêşerojê amade dike.

Ekip  | 23.11.2017 - Rojanekırın : 27.11.2017
Li mekteba ku jê mezûn bibû nifşên teze dide xwendin

Şanlıurfa

ŞANLIURFA 

Tayîna Kenan Tîlgenê ji Sirûcê yê mamosteyê agahiyên civakî derkete xwendingeha ku ji vir 18 sal berê jê mezûn bibû. Tîlgen niha perwerdeyê dide xwendekarên ku li heman ciyî dixwînin û wan ji bo pêşerojê amade dike.

Tîlgenê 34 salî yê ku li taxa Yumurtalika li ser sînorê Sûriyeyê hat dinyayê dibistana seretayî li gundê xwe xwend û di şert û mercên bi zor zehmet da xilas kir. Paşê dibistana navîn jî li Dibistana Navî a Navend ya ÎMKByê xwend.

Tîlgen her roj 30 kîlometre rê çû hat û ji vê derê jî mezûn bû pey ra dest bi Lîseya Sirûcê kir û lîse jî temam kir.

Tîlgen ji aliyekî ra cotkarî kir û aliyê din ra xwe ji bo zanîngehê amade kir û bi ser ket û Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Gazîentabê qezenc kir.

Mamoste Kenan zanîngeh qedand û 5 salan li hin xwendingehên cuda mamostetî kir û par jî tayîna wî derkete Dibistana Navîn a ÎMKByê ya ku 18 sal berê jê mezûn bibû û li wê derê mamostetiya agahiyên civakî dike.

Tîlgen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir digel zor û zehmetiyê perwerdeya xwe temam kiriye û dest bi bi xeyala xwe ya mamostetiyê kiriye.

Kenan Tîlgen diyar kir di zarokatiyê da li dibistanê rojên xweş debas kiriye û wiha got: "Ez di her xwendekarî da xwe dibînim. Wê demê li vir hejmara kesên xwenda kêm bû. Min jî di nav şertên zor û dijwar da xwend û niha îmkan û derfetên baş hene. Piştî ku min dibistana seretayî qedand li gund dibistana navîn tunebû, loma jî ez çûm navçeyê. Niha jî ez li pola ku min tê da dixwend ders didim. Şikir ez xebitîm û min Zanîngeha Gazîentabê qedand. Qederê 6 sal in mamostetiyê dikim û kêfxweş im."

Tîlgen diyar kir 5 sal li ciyên curbecur xebitiye û peyra hatiye dibistana jê mezûn bûye û got ez û xwendekar li hev dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.