Perwerdehî

Xelat dan xwendekarên Tirkmen yên serkeftî

Yekîtiya Ciwan û Xwendekaran ya Turkmeneliyê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi minasebeta destpêkirina heyama perwerdeyê ya nû xelat da xwendekarên sala par serkeftî bûn.

Nihat Kavşut  | 11.11.2017 - Rojanekırın : 12.11.2017
Xelat dan xwendekarên Tirkmen yên serkeftî

Ankara

HEWLÊR

Yekîtiya Ciwan û Xwendekaran ya Turkmeneliyê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi minasebeta destpêkirina heyama perwerdeyê ya nû xelat da xwendekarên sala par serkeftî bûn.

Merasima xelatdayînê li Salona Konferansê ya Medyayê ya li Hewlêrê hat kirin û digel Aydin Merûfê Parlementerê Hewlêrê yê Eniya Tirkmenên Iraqê xwendekarên tirkmen, mamoste, akademisyen û xizmên xwendekaran amade bûn.

Di merasimê da plaket û diyarî dan xwendekarên lîsans, lîse, dibistana navîn û dibistana seretayî.

Aydin Merûfê ku di vekirina merasimê da xeberda destnîşan kir bi piştgiriya didin xwendekarên tirkmen yên di dibistanan da dixwînin dixwazin nifşên tirkmenan biparêzin û pêşva bibin perwerde bikin û wiha got: "Armanca me ew e xelat bidin xwendekarên tirkmen yên li Hewlêrê dixwînin û nîşan bidin dibistanên tirkmenan bêxwedî nînin û saziyên tirkmenan piştgiriyê didin wan."

Merûf diyar kir bixwe jî bi saya bûrsa Tirkiyeyê xwendiye û wiha got: "Em wek dibistanên tirkmenan ji hikûmetê piştgiriyeke baş nastînin. Em wek siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl ji bona çareserkirina kêmasiyan hewl didin."

Zehra Essaya li Zanîngeha Selaheddînê ya Hewlêrê beşa Ziman û Edebiyata Tirkî kuta kiriye û li Tirkiyeyê li Zanîngeha Uludagê dest bi masterê kiriye wiha got: "Xeyala min ew e piştî masterê vegerim Hewlêrê û wek akademisyen ji bona gel û zimanê tirkî xizmetê bikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.