Tirkiye, Perwerdehî, Jiyan

Yekemîna YGSyê cara ewil ji Bîngolê derket

Ahsen Zeynep Kayaya di Ezmûna Perwerdeya Bilind da bû yekemîna Tirkiyeyê bi vê serkeftina xwe cara ewil serfiraziyeke mezin da Bîngolê

Nihat Kavşut  | 29.03.2017 - Rojanekırın : 30.03.2017
Yekemîna YGSyê cara ewil ji Bîngolê derket

Bingöl

BÎNGOL

Ahsen Zeynep Kayaya di Ezmûna Perwerdeya Bilind (YGS) da bû yekemîna Tirkiyeyê bi vê serkeftina xwe cara ewil serfiraziyeke mezin da Bîngolê.

Kayaya di YGS-1, YGS-2, YGS-5 û YGS-6ê da 500 puan sitend û di 4 puanan da bû yekemîna Tirkiyeyê ji ber serkeftina xwe kêfxweş e.

Piştî encam eşkere bûn Omer Demirê Serokê OSYMyê, Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê, Yavuz Selim Koşgerê Waliyê Bîngolê û Kadrî Enginê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr li Kayayê geriyan û ew pîroz kirin.

Kayayê der barê serkeftina xwe da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir hêvî nedikir bibe yekemîna Tirkiyeyê.

Ahsen Zeynep Kayayê diyar kir divê meriv bipergal bixebite û wiha got: "Ya girîng xebat nîne, xebata bipergal e."

Kayayê diyar kir dixwaze tipê bixwîne û got dixwazim bikevim Fakulteya Tipê ya Cerahpaşayê.

Mehmet Emîn Kayayê bavê Ahsen Zeynepê destnîşan kir esnafiyê dike û 3 zarokên wî hene.

Kaya destnîşan kir tu wextê di mijara dersan da zor nedaye keça xwe û got ji ber serkeftina wî kêfxweş im.

Abdulsabur Şigvayê midûrê dibistanê destnîşan kir ji Bîngolê cara ewil xwendekarek dibe yekemîn û got ev serkeftin û serfiraziya Bîngolê ye.

Omer Abdulaziz Dogerê Midûrê Şaxa Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr diyar kir li Bîngolê ji ber vê kêfxweşiyeke mezin heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.