Tirkiye, Polîtîka

Ji bo hereketa derveyê sînor senaryoyên muhtemel amade ne

Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li hemberî îhtimala êrîşên ji derveyê sînor bên kirin ji bo her operasyonê amadehiyên xwe temam kir û di îhtimaleke wisa da li gor rêzikên angajmanê wê bersivê bide.

Abdullah Tel  | 19.05.2017 - Rojanekırın : 20.05.2017
 Ji bo hereketa derveyê sînor senaryoyên muhtemel amade ne

Ankara

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di ziyareta xwe ya DYAyê da peyama "Heke ji YPG û PYDê li dijî Tirkiyeyê êrîşek bê kirin wê demê em ji tu kesî napirsin û em ê rayeya rêzikên angajmanê bisepînin" ragihandibû û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê jî li hemberî îhtimala êrîşên ku ji derveyê sînor bên kirin ji bo her operasyonê amadehiyên xwe temam kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan hêzên ewlehiyê li ser îhtimala ji unsûrên PKK/YPG/PYDya rêxistinên terorê ku ji aliyê Iraq û Sûriyeyê ne êrîş bê kirin, hemû tewdîrên hewce hildan.

Di vê çarçoveyê da Fermandariya Hêzên Hewayî ji bo hereketan li dar bixe xebatên xwe didomîne û li fermandariyên baregeh ên wê bên emilandin jî amadehî qediyan.

Unsûrên Fermandariya Hêzên Bejayî jî li hemberî tevgereke derveyê sînor bê kirin senaryoyên muhtemel temam kir û ji bo vê jî teqwiyeya wesayîtên bizirx û cebilxane yên ser sînor zêde kir û hin yekîneyan jî şand ser xetên nêzî sînor in.

Li ser xeta sînor ji ber îhtimala operasyonê ji bo yekîneyan xebatên lojîstikê jî temam bûn. Ji bo leşkeran kon û konteynir jî şandin herêmê û xebatên bo helkirina hewcedariyan jî bi dawî bûn.

Pisporê ewlehiyê Abdullah Agar jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û peyama Serokomar Erdogan a di ziyareta xwe ya DYAyê da bi eşkere anî rojevê û got ku heke Tirkiye rastî tehdîdekê bê wê heman bersivê bide unsûrên PKK/YPG/PYDya rêxistinên terorê.

Agar destnîşan kir ku Tirkiye di vê meseleyê da pak disekine û operasyonên TSKê biribû ser Çiyayê Şengala li bakurê Iraqê û Çiyayê Karaçoka li bakurê rojhilatê Sûriyeyê dikevin bi bîr xist.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.