Polîtîka

"49 hezar kesên astengdar hatine îstixdamkirin"

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Kaya got:" Di sala 2002yan da 5 hezar û 700 kesên astengdar di dewletê da hatibûn îstixdamkirin, bi tayînên ku me di tebaxê da kirin va nika 49 hezar kesên astengdar hatine îstixdamkirin."

27.01.2017 - Rojanekırın : 27.01.2017
"49 hezar kesên astengdar hatine îstixdamkirin"

Ankara

ANKARA

Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya bû mêvana Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da xeberda.

Kayayê der barê biryarnameya dawîn da wiha got: "Bi biryarnameya dawîn ji bo xaziyên di têkoşîna dijî terorê malûl nedihatin hesibandin, guherîn hat kirin. Rewşa xaziyan wê bê nirxandin û miaş bidin yên maqûl bên dîtin. Wê yên berê jî bikevin berê. Em ferqê nakin navbera xizmên şehîtan û xaziyan." 

Kayaya Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî der heqê Kampanyaya Alîkariyê ya 15ê tîrmehê da wiha got: "Di Kampanyaya Alîkariyê ya 15ê tîrmehê da heta 20ê rêbendana 2016an 309 milyon lire hat komkirin." 

Kayayê bal kişand ser pergala Serokomariyê û wiha axivî: "Di pergala Serokomariyê da qanûn, rêvebirî û daraz bi hev ra ne, lê serbixwe dimeşin. Ev pergal pergaleke çalak e. Bi vê pergalê Serokomarê tê hilbijartin bi rêvebiriya xwe ra wê bi lezûbez biryaran hilde. Parlemento jî wê zagonan derxe, yanê di heman demê da wê rêvebiriyê kontrol bike. Em ji gelê xwe bawer dikin. Gelê me wê destûrê Serokomarê hilbijartî rayayên xwe bi cî bîne." 

Kayaya Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî der barê xebatên ekîba civakî da wiha got: "Ekîba hevalên me yên xebatkarên ekîba civakî ya ku ji hezar û 200 kesî pêk tê li 11 bajarên ku lê bûyerên terorê qewimîn gihîştin 50 hezar xaneyî û piştgirî dan 300 hezar kesî. 

Kayayê wiha got: "Ji 7 hezar û 500 kesên ji bo dev ji hev berdin serî li şêwirmendiya me xistin, qederê ji sedî 38ê wan hev bernedan û zewaca xwe dewam dikin."

Kayayê destnîşan kir hetanî nika ji bo milyonek û 770 hezar zarokî me 755 milyon lireyî alîkarî da û wiha got: "Em ji bo zaroka ewil 300 lire, zaroka duduyan 400 lire, zaroka sisyan û yên ji wê zêdetir jî 600 lire alîkariya welidandinê didin. Hetanî nika ji bo milyonek û 770 hezar zarokî me 755 milyon lireyî alîkarî da." 

Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Kayayê der barê xebatên ji bo astengdaran wiha got: "Di sala 2002yan da 5 hezar û 700 kesên astengdar di dewletê da hatibûn îstixdamkirin, bi tayînên ku me di tebaxê da kirin va nika 49 hezar kesên astengdar hatine îstixdamkirin. Beriya îqtidara AK Partiyê 45 hezar astengdar wek karker dixebitîn nika 99 hezar astengdar wek karker hatine îstixdamkirin."

Kayayê di berdewamiyê da wiha got: "Nika alîkariyeke me ya civakî ya teze heye. Em ji bo teqîbkirina nexweşên nexweşiyên kronîk, şêrpençeyê, tuberkulozê, teziyan ên ku hewcedarê alîkariyê ne xebatan didomînin, em ê alîkariyeke teze bidin wan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın