Almanyayê heqê îlticayê da 196 tirkên ku berê xwediyê pasaportên dîplomatîk bûn
Li Almanyayê serîlêdana ji bo îlticayê ya 196 tirkên ku berê xwediyê pasaportên dîplomatîk bûn hat qebûlkirin.
Berlin
BERLÎN
Hat ragihandin ku li Almanyayê serîlêdana ji bo îlticayê ya 196 tirkên ku berê xwediyê pasaportên dîplomatîk bûn hat qebûlkirin.
Ajansa Xeberan a Almanyayê li ser ravepirsa Partiya Çepgir a ku dabû Wezareta Karên Navxweyî ya Federal xeber çêkir û diyar kir ku ji 249 tirkên ku berê xwediyê pasaportên dîplomatîk bûn heqê îlticayê dan 196ê wan.
Di bersiva ku dan ravepirsê da tê gotin ku di nav kesên piştî hewla derbeya bêbext a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya 15ê Tîrmehê ji bo îlticayê serî lêxistin û ev heqa bi dest xistin da jin û zarokên wan jî hene.
Di bersivê da hat diyarkirin ku di nav wan kesên ji bo îlticayê serî lê xistin da endamên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) jî hene lêbelê der barê hejmara wan leşkeran da agahî nehat dayîn.
Daîreya Koç û Penaberan a Federal di navbera rêbendan-tebaxê da serîlêdana ji bo îlticayê ya 8 hezar û 547 welatiyên Tirkiyeyê nirxandibû û ji ber ku bingeha serîlêdana wan tune daxwaza 5 hezar û 40 kesî red kiribû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.