Polîtîka, Dinya

Barzanî: "Bi tu awayî rê nadin PKKê ku qalibekî diyarkirî li ser xelkê Şengalê bisepîne"

- Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî: "Bi tu awayî rê nadin PKKê ku qalibekî diyarkirî li ser xelkê Şengalê bisepîne. Em bi tu awayî rê nadinê. Xelkê Şengalê bi xwe dê biryarê bide."

Muhammet Kurşun  | 20.01.2017 - Rojanekırın : 20.01.2017
Barzanî: "Bi tu awayî rê nadin PKKê ku qalibekî diyarkirî li ser xelkê Şengalê bisepîne"

Ankara

ANKARA

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rexne li rêxistina terorî PKKê girt û wiha got: "Hemû alî divê îhtirama biryara wan bigirin. Bi tu awayî nabe ku PKK li Şengalê ji xwe re qadekê çêke, em bi tu awayî rê nadinê. Xelkê Şengalê bi xwe dê biryarê bide."

Barzanî, li Davosê ji bo çapemeniya Herêma Kurdistanê axivî û der barê rojevê û rewşa giştî de daxuyaniyên girîng dan.

Serokê Herêmê, der darê problemên navxweyî yên di nav partiyên siyasî de got:

"PDK û YNK bigihên rêkeftinekê gelekî muhîm e. Tesîr vê li ser hemû partiyan dibe. Lê belê PDK tu carî venegere wê lihevkirina civînên 5 alî. Divê hemû partî di pêvajoya çareserkirina qeyranê de beşdar bin. PDK tenê bi çend partiyan re nacive. Hem digel YNK û hem jî bi partiyên din re divê civîn bibin. Bi YNK û 4 partiyên din tenê re nabe, ewa ku dibêjin 5 partiyên sereke. Ez ne vê têgihê qebûl dikim ne jî PDK careke din beşdarî civîneke 5 alî dibe. Divê kombûn firehtir be û hemû partî beşdar bibin. Herî kêm ew partiyên di hikûmetê de û di parlamentoyê de nûnertiya wan heye. Divê evana muheqeq beşdar bin, ewên din jî divê îstişare bi wan re were kirin. Şexsen tu astengiyek ji aliyê min ve tune, bila hemû di nav de hebin. Lê belê meseleya 5 alî temam bûye, xelas..."

Li ser civîna serokên partiyan jî Barzanî raya xwe wiha îfade kir:

"Partiyên siyasî bi xwe ev qeyran durist kirine. Dermanê wê heye yan na ew li aliyekî, lê guman tuneye ku partiyên siyasî ev rewş derxistine holê. Ez jî wê pirsê dikim, çima ev qeyrana siyasî ew qasî dirêj kişand? Çima çareser nabe. Min çend caran ew dawet kirin, çima nayên pêş? Min ew dawet kirin, got werin em rûnin û çareseriya van qeyranan bikin. Ne rûdinin ne jî hazir in probleman çareser bikin. Niha rewş hinekî munasibtir e, wa ye rûdinin ka em binêrin çi encam derdikeve. Divê hewla zêdetir hebe ku bêne cem hev û probleman çareser bikin. Niha rewş munasibtir e. Feqet min jî vê dipirsim, çima nayên pêş?"

Barzanî, diyar kir ku ewî înîsiyatîfek hildaye û pêşniyariyek kiriye û wiha domand:

"Bila kerem bikin, min a xwe got. Eger kes cewab nede ew dem divê bernameyeke me jî hebe.

Li ser pirsa civîna kesên yekem ên partiyan got: "Bila bicivin kê rê li wan girtiye? Endamên serkirdayetiyên partiyan dicivin, ew bi xwe jî hemû rêvebir in. Ez ne li gel wê yekê me ku kesên yekem bicivin. Rêvebirên partiyan divê bêne cem hev û meseleyan biaxivin. Eger meseleye şexs be, çima wan îddiayên mezin dikin, nizanim dîktatoriyet û ferdiyet û nizanim çi. Çi me'neya van heye? Eger mesele serkirde be, kî ne ew serkirde? Di hin partiyan de ne diyar e ka kî serkirde ye? Ev pirs hê li ciyê xwe ye, divê em bigerin û bibînin ka serkirde kî ne?"

Behsa seredana Îranê jî wisa şîrove kir: "Her dema ku wext hat û şert û merc munasib bûn diçim. Ev girêdayî rewşê ye."

Li ser hêviyên xelkê Kurd ji seredanên derve jî Barzanî nêrîna we wiha anî ziman: "Tişta bi min bûbe min kiriye, dê bikim jî. Lê çoyê bisêher di destê min de tuneye. Divê tesewwir jî li cihê xwe bin. Yanî eger bi min biba min gelek tişt dikirin. Loma ew qas bi min bûye min ew kiriye. Yanî min seredanek kir û hemû problem ji binî de çareser bûn, tiştekî wisa tune. Divê xelkê me jî waqi'bîntir bin."

Di meseleya hewlên Iraqê ji bo rêlêgirtina dîplomasiya Iraqê Barzanî bibîr xist ku: "Mixabin ne tenê aliyên Iraqê yanî Ereb, hin Kurd bi xwe jî digel wan hereket dikin. Ew jî tevlî van karên xerab dibin. Lê bi kêfxweşî bêjim ku serneketine û biser nakevin jî."

Pirsa li ser daxuyaniyên Malikî jî wiha bersivand: "Bila Malikî bo xwe xeber bide. Pêşmerge ne bi xebera wî hereket dike, ne vedikişe û ne jî kes dikare pêşmerge mecbûr bike ji cihê lazim e lê bin derkevin. Diyar e sînor ku der e û me li serê tifaq kiriye. Têkiliya me bi Serokwezîr Ebadî, artêşa Iraq û Emrîkayê heye. Em bi wan re diaxivin, wekî xelk bo xwe çi dibêje bila bibêje."

-Ketina Helebê

Barzanî li ser bûyerên li Helebê diqewimin wih got:

"Niha teroreke pir mezin li Heleb û Rojava durist bûye li dijî wan Kurdên ku niha desthilatdar in. Meseleya Helebê gelek tişt li pişt perdeyê dibin lê em nizanin. Ez careke din bibêjim ku tu hêviya min bo Rojavayê Kurdistanê tuneye. Rewşa Sûriyê ji heddê xwe derketiye. Bi raya min di navbera Emrîka û Rûsyayê de tifaqey heye. Ew îtifaqe dibe ku aliyekî Tirkiye, aliyekî Îran, hinekî Urdin û li aliyekî jî Iraq beşdar bibe, lê esasê meselê di destê Rûsya û Emrîkayê de û tu kes jî nizane ka li ser çi li hev kirine û plana wan çi ye? Ji derveyê van hemû xwewestandin e. Divê em binêrin ka wan çi biryar daye û dê çi bikin."

Li ser arîkariya Emrîkayê bo PYDê wiha axivî:

"Emrîka arîkariyeke baş dide PYDê, çawa nizanin didine kê? Li ser meseleya pêşmergeyê Rojava jî min ji berê ve gotiye divê xwîna Kurd bi destê Kurd nerijê. Yan na ji zû ve me pêşmergeyê Rojava şandibû wê derê. Lê her tiştek jî hidûdekî xwe heye. Hidûdekî sebrê jî heye."

- Operasyona rizgarkirina Mûsilê

Barzanî raya xwe ya li ser zûbûna destpêka operasyona Mûsilê dubare kir û wiha pê de çû:

"Bi raya min zû bû, divabû digel operasyona eskerî plana siyasî jî heba. Lê aliyên din ecela wan hebû. Tifaq ew e ku di navbera Bexda û Hewlêrê de komîteyek ava bibe û dema bûyerek nexwastî rûda derhal karibin mudaxele bikin. Pêşmerge bi temamî girêdayî tifaqê maye, artêşa Iraqê jî girêdayî maye. Plan pir birêkûpêk dimeşe. Niha jî xeber hat ku qezaya Tilkêfê jî hatiye rizgarkirin. Ev bê hevkariya pêşmerge û artêşa Iraqê nedibû. Ev serkeftinên mezin in."

Li ser pirsa şandina pêşmergeyan bo derveyî welat jî wiha cewab da: "Ne asan e, ne asane em karibin pêşmerge bişînin cihekî din. Divê bes bizanin ku der çawa? Lê wek armanc zehmet e."

Der barê pêşeroja Iraqê û qeyranên li pêşiya wê wiha axivî: "Li Iraqê gelek qeyran hene. Lê niha li ser şerê DEAŞ û rizgarkirina Mûsil e. Em jî tenê di vir de hene. Wekî din hemû qeyran in. Roja yekem a sala nû Serokê Fransayê hat û çûn 10-12 kîlometre nêz Mûsil. Cebheyên pêş dîtin. Gelekî xweşhal bû em jî kêfxweş bûn, sipas dikin. Piştre Serokwezîrê Tirkiyê jî hat, dîsa em çûn heman cihî. Ev hemû delîlên îhtimama pêşmerge ne li cîhanê. Divê ji bo xelaskirina terorê bi Bexdayê re hevkar bin. Bi piştgiriya NY û koalîsyona dijî DEAŞê divê em hewl bidin ku problemek derneve. Hewla me ji bo we yekê ye ku em roleke pozîtîf bibînin di çareserkirina girîftan de. Ka binêrin çi dibe. Hê şer temam nebûye. Heta şerê giran jî dibe ku li aliyê din ê Dîcleyê be."

- "Em bi tu awayî rê nadin PKKê"

Barzanî meseleya mayîna PKKê li Şengalê wiha şîrove kir: "Pêşmerge çû li Kobanê rola xwe bicih anî û nehişt bikeve destê DEAŞê. Hemû dinyayê ev dît. Dema îşê wan temam bû me ew vekişandin, divê PKK jî vekişe. Wekî din xelkê Şengalê bi xwe biryarê dide. Me ew îmkan ji wan re amade kiriye û emê zêdetir jî amade bikin da ku biryara xwe bidin. Divê em îhtirama raya wan bigirin. Hemû alî divê îhtirama biryara wan bigirin. Bi tu awayî rê nadin PKKê ku qalibekî diyarkirî li ser xelkê Şengalê bisepîne. Em bi tu awayî rê nadinê. Xelkê Şengalê bi xwe dê biryarê bide."

- Pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê

Barzanî di meseleya têkiliyên Bexda û Hewlêrê de wiha axivî: "Mixabin kes ne destûrê dixwîne û ne jî agahdar e. Li wir dibêje şertê mayîna Iraqê wek yek parçe pabendbûna bi destûrê ye. Ji demeke zû ve ev destûr hatiye paşguhkirin. Ne pabend bûne ne jî li gor wê hereket kirine. Metirsîdartirîn mesele jî ew ku piranî hukmî li kêmaniyê bike û hêzê bixe destê xwe. Bêguman jimara me jî kêmtir e. Eger mesele bibe dengdan, jimara me li parlamentoyê kêm e. Di wextê xwe de em li ser esasê destûrê beşdar bûn. Nabe bi zêdebûn û kêmbûna dengan tiştek li ser ên din were ferzkirin. Niha ewan xwe spartiye dengên zêde û mixabin hin Kurd jî bi wan re ne. Ew bi xwe qebra xwe dikolin. Loma em bi tu awayî vê qebûl nakin. Em li serê jî bi ciddî disekinin û mumkin e ku em biryarên pir mezin bidin li serê vê mijarê. Di meseleyên çarenûsa Herêma Kurdistanê û meseleyên esasî de ne mumkin e em dengên zêde û kêm qebûl bikin. Em sepandinê qebûl nakin. Emê ligel aliyên din jî bicivin piştre biryara xwe bidin."

Barzanî wiha pê de çû:

"Divê em bizanibin ku şerê li dijî DEAŞê heye. Ev şer maliyeteke zêde ye. Lewra tu di hezar û 500 kîlometre çarkoşeyî de şer dikî, tu nikarî ze'fiyetekê nîşan bidî. Şer zehmet e. Belê me neft firot, lê piştî ku Malikî butçe birrî me ev kir. Heta butçe nehat qutkirin me neft nefirot. Qîmetê neftê ket. Nêzîkî 2 milyan penaber hene. Sîstema me ya îdarî jî ne rêkûpêk e. Gendeliya heyî jî sebebek e ji bo qeyranê. Eger 600 milyar dolarê me hebûya ku hinek dibêjin, rewşa Kurdistanê wisa nedibû. Butçeya Iraqê di van 10-15 salên dawiyê de ew qas nehatiye. Yanî çawa dibe, min an PDKê 600 milyar dolar bidest xistibe?"

Barzanî rexne li sîstema Herêma Kurdistanê jî girt û got: "Meaşxwirên li Kurdistanê heyî li tu devera dinyayê tunene. Divê ev xeletî were rastkirin. Niha jiyana kesekî li gund dijî gelekî baştir e ji yê li bajêr."

Der barê seredana Serokwezîr Bînalî Yildirim de jî wiha axivî: "Serokwezîrê Tirkiyê bi heyeteke mezin re hatibû. Ji aliyê aborî, enerjî û bazirganî ve heyeteke têr û tije bû. Bi hikûmetê re gelek civîn kirin. Gihîştin gelek îttifaqên baş. Dikarim bêjim umîd heye ku pêşketinek bibe di vî warî de."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.