Polîtîka, Dinya

Barzanî û Mogherini civiyan

- Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî û Nûnera Bala ya Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê Mogherini li Davosê civiyan. Mogerini, di civînê de ragihand ku dê Yekîtiya Ewrûpa piştgiriya xwe ya ji bo pêşmerge berdewam bike.

Muhammet Kurşun  | 19.01.2017 - Rojanekırın : 20.01.2017
Barzanî û Mogherini civiyan

Ankara

ANKARA

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnera Bala ya Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini li Davosê civiyan

Li gor ragihandina malpera fermî ya PDKê, Barzanî û Mogherini, di çarçoveya seredana Forûma Aboriya Cîhanî ya Davosê de civînek kirin.

Mogerini, di civînê de ragihand ku dê Yekîtiya Ewrûpa piştgiriya xwe ya ji bo pêşmerge berdewam bike.

Herwiha Barzanî û Mogherini şerê li dijî DEAŞê tê meşandin û bûyerên Rojhilata Navîn guftûgo kirin.

Serokê Herêmê, di esnayê ziyareta xwe de heta niha bi Cîgirê Serokê Emrîkayê Joe Biden, Wezîrê Karên Derve yê Norwecê Bork Birinda, Cîgirê Serokê Kompanya Chevron a Emrîkî Jay Pryor, Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen el-Sefedî, Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, Wezîra Parastinê ya Hollendayê Jenin Hens, Serokwezîrê Hollendayê Mark Rutte û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev re kombûye.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın