Polîtîka

"Bilindbûna alaya Emrîkayê û pîneyên rêxistina terorî bi hev re em gelekî êşandine"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Mixabin li ser van konvoyan alayên herdu welatan, ezê nebêjim welat, pîneyên rêxistineke terorî ya mîna YPGyê heye. Helbet di van konvoyan da hebûn û bilindbûna alaya Emrîkayê, em gelekî êşandine. "

Ekip  | 30.04.2017 - Rojanekırın : 30.04.2017
"Bilindbûna alaya Emrîkayê û pîneyên rêxistina terorî bi hev re em gelekî êşandine"

Istanbul

İSTANBUL

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê nobeda eskerên Emrîkayê û çekdarên YPGyê de wiha got: "Mixabin li ser van konvoyan alayên herdu welatan, ezê nebêjim welat, pîneyên rêxistineke terorî ya mîna YPGyê heye. Helbet di van konvoyan da hebûn û bilindbûna alaya Emrîkayê, em gelekî êşandine. Emê van yekan di ziyareta xwe ya 16ê mehê da nîşanî brêz Serok bidin. Emê nîşanê wî bidin û jê ra bibêjin, madem em wekî hevkar li dijî terora navneteweyî ne, naxwe ev yek çi ye?"

Erdogan, berî ziyareta Hindistanê li Mêvanxaneya Dewletê ya Balafirgeha Stenbolê cewaba pirsên rojnamevanan yên der barê rojevê de da.

Li ser pirseke hevkariya Emrîka û YPGyê Erdogan wiha axivî:

"Mixabin li ser van konvoyan alayên herdu welatan, ezê nebêjim welat, pîneyên rêxistineke terorî ya mîna YPGyê heye. Helbet di van konvoyan da hebûn û bilindbûna alaya Emrîkayê, em gelekî êşandine. Emê van yekan di ziyareta xwe ya 16ê mehê da nîşanî brêz Serok bidin. Emê nîşanê wî bidin û jê ra bibêjin, madem em wekî hevkar li dijî terora navneteweyî ne, naxwe ev yek çi ye?"

Li ser berdewamiya operasyonên wek Şengal û Qereçoxê jî Erdogan wiha nirxandin kir:

Serokomar Erdogan: "Heke li hember terorê bi hev re têkoşîn neyê dayîn, îro dora me û sibê jî wê dora hinekên dinê be, divê em vê bizanibin. Ev kevneşopî, ez dibêjim kevneşopî lewra ji dema Birêz Obama vir ve vê heyamê dest pê kir û ev heyam niha jî dewam dike. Divê ev êdî bidawî bibe. Heke dawî nebe him li herêmê ev pirsgirêk wê dewam bike û him jî ew bi xwe wê aciz bibin. Em jî wek du welatên şirîk ên endamê NATOyê yên mutefiqên stratejîk in, emê bicidî ji vê aciz bibin. Wek ku ez her tim dibêjim, emê bi xwe li çareya vê binêrin. Ez car din vê dibêjim. Li Qereçoxê, li Şengalê me çi kir, emê mecbûr bimînin wisa dewam bikin. Wek ku min duh êvarê jî got, emê şevekê ji nişkê ve werin, qesda min ev e. Emê ji rêxistinên terorî yên li wir re tarîxê nedin, emê xeberê nedin wan, lê ewê bizanibin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ji nişkê ve dikarin bên wan deran. Heta em bifikar dijîn, bila ew bi vê tirsê ve bijîn."

Der barê guherîna kabîneyê de jî Erdogan wiha şirove kir:

"Teklîfa guhertina kabîneyê, teklîfa Serokomar nîne. Teklîfa guhertina kabîneyê ya hikûmetê ye. Ji ber vê yekê ez wek Serokomar têkilî qada tesarrûfa hikûmetê nabim. Vê gavê di rojevê da tiştekî wisa tuneye, lê paşê çi dibe çi diqewime, ez nizanim. Vê gavê di pergala hikûmetê da pirsgirêk tuneye. Vê gavê aborî jî timî ber bi başbûnê va diçe. Ev ê baştir jî bibe, lê wek her qadê jixwe ev serkeftina hikûmeta me ye. Dibe ku tesarrûfên Serokwezîr jî çêbibin. Wek Serokomar em ê jî behsa tesarrûfan bikin. Ne rayeyeke girtinê ne jî biryardayîn di destê min da nîne ku ez eşkere bikim. Li vê derê raye di destê Serokwezîr û hikûmetê da ye. Hemû daxwaza me ew ku , ji bo welatê me kîjan xêr e, bira ew be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın