Tirkiye, Polîtîka

"Biryara Qudsê xebera operasyonên nû li ser alema Îslamê dide"

Serokomar Erdogan got: "Biryara Qudsê xebera operasyonên dijî alema Îslamê yên nû dide. Heke misilman li gor hiqûqê bertekên pêwîst nedin wê dewama wan jî were."

Ekip  | 15.12.2017 - Rojanekırın : 15.12.2017
"Biryara Qudsê xebera operasyonên nû li ser alema Îslamê dide"

Ankara

ÎSTANBUL

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê biryara Qudsê de hişyarî da alema Îslamê û got: "Biryara Qudsê xebera operasyonên dijî alema Îslamê yên nû dide. Heke misilman li gor hiqûqê bertekên pêwîst nedin wê dewama wan jî were."

Erdogan li Merasima Vekirina Xetta Metroya Umraniye-Uskudarê ku cara yekem e bêyî makînîst dixebite beşdarî kir û li vir axivî.

Li ser xizmetên ku ji Stenbolê re hatine kirin Serokomar Erdogan wiha axivî:

"Ma kêmasiyên me tune ne, helbet hene. Ma hinek xeletî nehatin kirin, helbet hatin kirin. Feqet li cem xizmetên ku ji Stenbolê re hatin kirin behsa van nayê kirin. Em bi hemûyan dizanin, înşellah emê hemûyan telafî bikin, lewra em bi eşqeke mezin ji Stenbolê hez dikin."

Li ser heman mijarê wiha got:

"Tiştên ku di 4-5 salên dawîn da li Tirkiyeyê qewimîn bi tena serê xwe wesîqeya îbretê ne, ne wisa? Li gorî baweriya min wek welêt di vê pêvajoyê da em li hember gef, talûke û şantajan sekinîn û me bi xwe ra ji bona pêşeroja herêma xwe jî asoyeke nû vekir."

Serokomar Erdogan rexne li Ewropayê girt û wiha got: "Parlamentoya Ewropayê xwedêgiravî ji bo cezakirina me dê ji arîkariyên malî 100 milyon ewro bibirre. Ya ma tu yê bi vê birrîne çi zirarê bidî me?"
Serokomar Erdogan: "Miletê me wê di Adara 2019an û Mijdara 2019an da bersiva wan kesên ku nan û ava vî welatî xwarine û bi neyarên vî welatî ne ra radibin û rûdinên, bide."

Li ser mijara CHPê jî wiha şirove kir:

"Ez li bendê me ku di demeke kin da hilbijêrên CHPê bi xwe bersiva hewce dike bidin kesên ku partiya mixalefeta sereke xistin partiya xiyaneta sereke. Di van demên dawîn da tiştek baş jiber kiriye. Girava Manê, Girava Manê, dibe ku ev ji ber serhişkiyê be. Radibe rûdinê Girava Manê."

Dûrxistina Îlgezdiyê Şaredarê Ataşehirê ji wezîfeyê jî got: "Jixwe hevalên me Ataşahir jî bi awayê herî baş derxistin holê, hê ew ê gelek tişt bên."

Serokomar Erdogan bûyera li NATOyê rû da bibîr anî: "Tirkiye tu carê durûtiya ku li NATOyê û li Amerîkayê rûbirû ma ji bîr nake. Helbet kirinên kesên ku ji ser xwe va çûne, avakarê komara me û şexsê min di tetbîqatên xwe da wek dijmin nîşan didin ew ê ji wan ra nemîne."

Der barê mijarê de wiha pê de çû:

"Me meydan ji wan kesan re nehişt ku dixwestin kolanan bikin cihê girjiyê. Me ev meydan ji wan kesan re nehişt ku niha li Amerîkayê ne û dixwestin bi dosyeyên saxte dest daynin ser rêveberiya welat. Me meydan ji wan kesan re nehişt ku bi kolandina koncalan dixwestin welat perçe bikin. Me meydan ji wan kesan re nehişt ku dixwestin wê lîstika li başûrê sînorên me biguhazin nav welatê me. Herwiha dîsa me meydan ji wanê wisa re nehişt ku dema bi ser neketin xwestin bi derbeyê dest daynin ser îstiqlal û îstiqbala me. Niha jî emê meydanê ji wan kesan re nehêlin ku dema dîtin bi çek û dafikan bi ser neketin, hewl dan û xwestin bi aboriyê vî tiştî bikin."

Ji bo Sûriye û Iraqê jî wiha agahî da:

"Tirkiye teqez dev ji wê têkoşîna xwe ya li Sûriyeyê bernade. Tirkiye dev ji wê têkoşîna xwe ya li Iraqê dide jî wê bernede. Tirkiye dev ji têkoşîna li hemberî wan helwestên bêhurmet, bêedalet û neheq ên Ewropayê yên li hemberî wê disepîne jî wê bernede."

Erdogan bal kişand ser giringiya Qudsê û got:

"Biryara Qudsê xebera operasyonên dijî alema Îslamê yên nû dide. Heke misilman li gor hiqûqê bertekên pêwîst nedin wê dewama wan jî were. Çawa alternatîfa Mekke û Medîneyê tuneye wisa jî alternatîfeke Qudsê tuneye. Loma jî di kitêba me da devjêberdana ji vî bajarî tuneye. Ji ber vê jî Quds xîret, namûs û xeta me ya sor e. Êdî Quds ji bona her evdên misilman û welatên misilman ezmûnek e ku divê bi ser bikevin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın