Polîtîka

Çelîk bertek nîşanî daxuyaniya Merkelê da

Omer Çelikê Sermuzakerevan û Wezîrê YEyê: "Ev daxuyaniyeke ne di cî da ye. Ez dixwazim vê bibêjim, divê ti dewleteke Ewropayê telîmatê nede saziyên YEyê û pêvajoya YEyê."

Nihat Kavşut  | 17.08.2017 - Rojanekırın : 17.08.2017
Çelîk bertek nîşanî daxuyaniya Merkelê da

Ankara

ANKARA

Omer Çelikê Sermuzakerevan û Wezîrê YEyê ji bona daxuyaniya Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ya der barê Yekîtiya Gumrukê da wiha got: "Ev daxuyaniyeke ne di cî da ye. Ez dixwazim vê bibêjim, divê ti dewleteke Ewropayê telîmatê nede saziyên YEyê û pêvajoya YEyê."

Omer Çelikê Sermuzakerevan û Wezîrê YEyê: "Meseleya Adil Oksuz eşkere ye. Em bi Almanyayê ra dost û hevalbend in. Têkiliyên me dîrokî ne û em dixwazin îro helwesteke li gor têkiliya dîrokî û hevkariyê hebe. Tu dostekî me nikare kujerekî bihewîne."  

Wezîrê YEyê û Sermuzakerevan Çelîk: "(Li Almanyayê) ji berdevkekî hat pirsîn. 'Adil Oksuz li Almanyayê ye?'. Gotina wî wiha ye. 'Ez nikarim vê piştrast bikim. Nikarim biderewînim jî nikarim piştrast jî bikim.' Em dizanin ku ev di dîplomasiyê da tê çi wateyê. Divê tu dewleteke demokratîk, tu dewleteke meşrû tu terorîstî xwedî neke."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın