Polîtîka

"Daxuyaniya Merkelê ne di cî da ye"

Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê: "Ev daxuyanî daxuyaniyên nebaş in. Bi ya me ev daxuyanî ji bo hilbijartina ku wê li Almanyayê çêbibe hatine dayîn an jî em dixwazin wisa bifikirin."

17.08.2017 - Rojanekırın : 18.08.2017
"Daxuyaniya Merkelê ne di cî da ye"

Ankara

ANKARA

Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê: (Der barê daxuyaniyên Merkela Serokwezîra Almanyayê de) Ev daxuyanî daxuyaniyên nebaş in. Bi ya me ev daxuyanî ji bo hilbijartina ku wê li Almanyayê çêbibe hatine dayîn an jî em dixwazin wisa bifikirin."

Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê der barê biryara referandumê ya Herêma Kurdistana Iraqê da wiha got: "Em dixwazin dev ji vê biryarê berdin. Dibe ku biryarên wiha li parlementoyê bên hildan, pisûle bên çapkirin û filan û bêvan, lê ya girîng ew e bi aqlê selîm bifirkirin û gavên rast biavêjin. Di vê mijarê da gavên divê rêvebiriya Bexdayê biavêjin hene û gavên divê rêvebiriya Hewlêrê biavêjin hene. Em jî di vê mijarê da bi dewletên herêma ra di nav şêwrê da ne û em ê hewl bidin çi bikeve ser milê me bikin."

Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê: "(Der barê daxuyaniyên Merkela Serokwezîra Almanyayê da) Dewleteke Yekîtiya Ewropayê (YE) lazim e telîmata nede hemû endamên YEyê yên din. Ev hereketekî rast nîne. Peymana me ye Yekîtiya Gumrukê peymaneke bi edelet e. Di vê peymanê de têkiliyeke wisa heye hem Tirkiye wê qezenc bike û hem jî welatên Ewroyê wê qezenc bikin. Eger der barê vê da betalkirinek bê kirin an jî paşve biavêjin wê hingê ne bi tenê Tirkiye hemû welatên Ewropayê wê zirarê bibînin."

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: (Îdiaya Adil Oksuz li Almanyayê ye) Wezareta me ya Karên Derva di serê vê hefteyê de der barê mijarê de agahî da meqamên Almanyayê. Duh Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê daxuyaniyek dabû gotibû 'Min nûçeyên li Tirkiyeyê belav bûn dîtin lê ez nizanim rast e an na.' Hêviya me ew e ku Almanya li ser mijarê bisekine, lêkolînê bike. Lewra em zanin ku pêkhateya me ya îstixbaratê di vê mijarê de bi meqamên Almanyayê re danûsitandinê dike, bi rêk û pêk agahiyan parve dike. Berî her tiştî daxwaza me ew e ku wextê ciyê vî zatî bê tespîtkirin, meqamên Almanyayê dest bi xebatên radestkirina wî bikin."

Kalinê Berdevkê Serokomariyê: "(Îdiayên qumpasa li ser CHPyê) Di pêvajoya ku ber bi 2019an diçe da Recep Tayyîp Erdoganê ku lîderekî bi xwe û gelê xwe bawer e, tewesilê rêyeke din nake, îdiakirina vê tiştekî beredayî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın