Polîtîka

"Di civîna DTKyê da min got ku biryara 'xweseriya demokratîk' xelet e"

Parlementer Tan: "Dema di civîna DTKyê da biryara 'xweseriya demokratîk' hat wergirtin, ez rabûm û min got ku ev yek şaş e."

Önder Beyter  | 23.11.2017 - Rojanekırın : 24.11.2017
"Di civîna DTKyê da min got ku biryara 'xweseriya demokratîk' xelet e"

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Di çarçoveya lêpirsîna terorê da doza ku ji ber 5 sûcên cuda û bi daxwaziya 38,5 sal cezayê hebsê der heqê Parlementerê Diyarbekirê yê HDPyê Altan Tan da hatibû vekirin, dest pê kir.

Parlementer Tan û parêzerê wî jî beşdarî danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê ya 5emîn bûn.

Tan di parastina xwe da tawanbarî qebûl nekirin û îdia kir ku endametiya wî ya tu rêxistinê tuneye.

Tan îdia kir ku Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) ku qaşo dadrêsa rêxistina terorê PKKyê ye, hê jî fealiyetên xwe dimeşîne û der barê neqanûnîbûna wê da jî tu biryarek tuneye û wiha dewam kir:

"Civînên DTKyê hê jî didomin. Serokê wê û ciyê wê mewcûd e. Di 2013an da min daxwazname pêşkêş kir û ji ber ku li gorî min rast nebû, min ji hemû pozîsyonan îstifa kir. Dema di civîna DTKyê da biryara 'xweseriya demokratîk' hat wergirtin, ez rabûm û min got ku ev yek şaş e. Min got cudabûna ji Tirkiyeyê xeletî ye. Şert û mercên cudabûnê tunene, min got."

Dadgehê ji bo wergirtina beyanên 6 polêsên şahid, danişîn taloq kir.

- Cezayê ku tê xwestin

Di îdianameyê da der barê Parlementerê Diyarbekirê yê HDPyê Altan Tan da ji ber sûcên "avakirina û birêvabirina rêxistina terorê", di bûyerên 6-8ê Cotmehê da "gel tehrîkî sûc kir", "dijayetiya qanûna 2911an", "propagandaya rêxistina terorê" û "muqawemeta dijî peywirdarên fermî" ji 17,5 salan heya 38,5 salî cezayê hebsê tê xwestin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın