Polîtîka

"Divê Amerîka dev ji vê xeletiyê berde"

Yildirim: " Welatekî endamê NATOyê di şûna ku sînorên Tirkiyeyê biparêze, tewdîr hilde da li aliyê din radibe bi rêxistinên terorê ra dibe yek, li wir rêxistina eskerî ava dike û hêzeke ewlehiyê didamezrîne.

Abdullah Tel  | 15.01.2018 - Rojanekırın : 15.01.2018
"Divê Amerîka dev ji vê  xeletiyê berde"

Ankara

ANKARA

Serokwezîr Yildirim: "(Hewla Amerîkayê ya ku ji bo PYD/PKKê bike artêş dide) Welatekî endamê NATOyê di şûna ku sînorên Tirkiyeyê biparêze, tewdîr hilde da li aliyê din radibe bi rêxistinên terorê ra dibe yek, li wir rêxistina eskerî ava dike û hêzeke ewlehiyê didamezrîne. Mena vê çiye? Mena vê eve ku xwe dide pişt rêxistina terorê û wek nîşan Tirkiyeyê hildibijêre û neyartiyê dike. Ji bilî vê tu mena vê tuneye."

 Yilidirim: "Welatên ku li herêmê armancên wan ên emperyelîst hene bi eşkere piştgiriyê didin rêxistinên terorê. Li hemberî kê? Li hemberî Tirkiyeyê. Armanc ew e ku îstiqrar û mezinbûna Tirkiyeyê derengî bê xistin û ew qabîliyeta Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê dide jî ji holê bê rakirin."

Yildirim: "Ev ax û xwelî bi xwîna şehîdên me sor bûye. Ji ber vê jî li hemberî tehdît, nav çi dibe bila be, ji kê tê bila bê heta dilopek xwîn di laşê me da hebe emê welatê xwe biparêzin. Emê tu car û tu car fersendê nedin û nadin wan rêxistinbûnên qestî serdestî û serxwebûna me dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın