Polîtîka

"Divê em li ser nîqaşên siyasî yên emirpûç nesekinin"

Serokomar Erdogan: "Li gor min divê meriv ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bixe wasite. Ji bo vê divê em li ser nîqaşên siyasî yên emirpûç nesekinin, ne li ser cudatiyên xwe, divê em li ser hevpariyên xwe bisekinin û xebatên xwe bimeşînin"

Ekip  | 22.05.2017 - Rojanekırın : 23.05.2017
"Divê em li ser nîqaşên siyasî yên emirpûç nesekinin"

Istanbul

ÎSTANBUL

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê xebatên Rêxistina Hevkariya Aboriyê ya Behra Reş de got: "Heke îro ji me bipirsin û bêjin 'Serkeftina herî mezin a vê rêxistinê çi ye?' ez ê bêjim 'Qabîliyeta wê ya herî girîng ew e ku li coxrafyayeke ku ji coxrafyayên herî dijwar ên dinyayê ye, welatên herêmê li dora maseyekê dicivîne û tîne ser hev. Dibe ku di navbera welatên herêmê da hin pirsgirêkên siyasî heta leşkerî hebin. Em Rêxistina Hevkariya Aboriyê ya Behra Reş ji van pirsgirêkan çi qas dûr bigirin, wê ew qas baş bixebite. Li gor min divê meriv ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bixe wasite. Ji bo vê divê em li ser nîqaşên siyasî yên emirpûç nesekinin, ne li ser cudatiyên xwe, divê em li ser hevpariyên xwe bisekinin û xebatên xwe bimeşînin."

Zîrweya 25emîn Salvegera Damezrandina Rêxistina Hevkariya Aboriyê ya Behra Reş li Navenda Kongre û Pêşangehê ya Lutfi Kırdar li Stenbolê bi axaftina Erdogan dest pê kir.

Di axaftina xwe de Serokomar Erdogan, bal kişand ser aramî û îstiqrarê û wiha got: "Ji bo ku bazirganî û veberhênan li ser pergaleke baş bimeşin, şertê bingehîn aramî û îstiqrar e. Armanca me ya hevpar divê ew be ku ev erdnîgariya Behra Reş a hesas di nav aştî û îstiqrarê de bi refahê ve pêşve here. Em wek Tirkiye piştgiriyê didin hemû veberhênanên navneteweyî yên ku dixwazin li welatê me veberhênanan bikin. Di vê mijarê de em tu cudahiyê nakin."

Der barê rola Tirkiyeyê de Serokomar Erdogan wiha agahî da: "Ji sersalê vir ve em serokatiya Rêxistina Hevkariya Aboriyê ya Behra Reş dikin. Ji wê heyamê vir ve em hewl didin ku li hember hemû welatên endam adil, bêalî û bimîzan bin. Dema me danezana civînê ya ku îro emê qebûl bikin amade kir jî, me hewl da ku em der barê hesasiyetên dewletên endam de baldar bin. Di vê mijarê de ez dixwazim kêfxweşiya xwe bînim ziman ku hemû endamên dewletan dilsoz tevgeriyan û piştgirî dan me."

Li ser fonksiyona Rêxistina Hevkariya Aboriyê ya Behra Reş jî Erdogan wiha nirxandin kir:

"Heke îro ji me bipirsin û bêjin 'Serkeftina herî mezin a vê rêxistinê çi ye?' ez ê bêjim 'Qabîliyeta wê ya herî girîng ew e ku li coxrafyayeke ku ji coxrafyayên herî dijwar ên dinyayê ye, welatên herêmê li dora maseyekê dicivîne û tîne ser hev. Dibe ku di navbera welatên herêmê da hin pirsgirêkên siyasî heta leşkerî hebin. Em Rêxistina Hevkariya Aboriyê ya Behra Reş ji van pirsgirêkan çi qas dûr bigirin, wê ew qas baş bixebite. Li gor min divê meriv ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bixe wasite. Ji bo vê divê em li ser nîqaşên siyasî yên emirpûç nesekinin, ne li ser cudatiyên xwe, divê em li ser hevpariyên xwe bisekinin û xebatên xwe bimeşînin."

Herwiha daxwaz kir ku veberhênan zêdetir bibin û wiha dewam kir:

"Reqema bazirganî û veberhênanê ya di navbera welatên endamên rêxistinê (Rêxistina Hevkariya Aboriyê ya Behra Reş) ji potansiyela me pir kêmtir e. Divê em li wan rê û rêbazan bigerin da ku derfetên vê erdnîgariya muezem ku ji Adriyatîkê heya Pasîfîkê, ji Sîbîryayê heya Torosan herêmeke fireh di xwe da dihewîne, çêtir biemilînin. Heger em bi tenê potensiyela tûrîzmê ya herêma Behra Reş bi awayekî herî baş biemilînin, wê çaxê di siberoja Behra Reş da wê deriyekî nipînû vebe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın