Polîtîka

"Divê ji bikarhênerê çekên kîmyayî hesab bê pirsîn"

Nûneriya Daîmî ya DYAyê ya NYyê: "Civaka navneteweyî li hemberî vê hovîtiya Esed sekinî, ji bo careke din çekên wiha neyên bikaranîn gavên girîng avêtin lê belê Esed hê jî li herêmê gelê xwe ditirsîne û desthilatdariya xwe ya ji tirsê didomînê."

Sevim Hatun  | 22.08.2017 - Rojanekırın : 22.08.2017
"Divê ji bikarhênerê çekên kîmyayî hesab bê pirsîn"

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

 Nûneriya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya DYAyê ragihand ku her çiqas civaka navneteweyî li Sûriyeyê ji bo îmhekirina çekên kîmyayî hewl bide jî Beşar Esed dîsa bi van çekan gelê xwe ditirsîne û desthilatdariya xwe ya ji tirsê didomînê lê belê Amerîka wê di vê mijarê de toleransê nîşanî rejimê nede.

Misyona DYAyê di sala 4an a êrîşa kîmyayî ya ser herêma Xutaya Rojhilat de bi bîr xist ku rejimê di 21ê tebaxa 2013an de bi xaza sarînê êrîşî herêmê kir, di êrîşê de ji hezar û 400î zêdetir însan mirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Civaka navneteweyî li hemberî vê hovîtiya Esed sekinî, ji bo careke din çekên wiha neyên bikaranîn gavên girîng avêtin lê belê Esed hê jî li herêmê gelê xwe ditirsîne û desthilatdariya xwe ya ji tirsê didomînê. Amerîka wê di vê mijarê de toleransê nîşanî rejimê nede."

Di daxuyaniyê de li ser bikaranîna çekên kîmyayî sekinîn û rewşê wiha nirxandin, "Em ê ji bo bikaranîna çekên kîmyayê toleransê nîşan nedin. Lazim e ji bikarhênerê çekên kîmyayî hesab bê pirsîn. Divê civaka navneteweyî di vê mijarê de bibe yek û bi hev re tevbigere. Divê qurbaniyên çekên kîmyayî neyên jibîrkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın