Polîtîka

"Divê miheqeq Efrînê serdanpê ji terorîstan paqij bikin"

"Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu çi dibêje bira bêje, xwe çawa xilxwar dike bira bike lêbelê miheqeq divê têkevin Efrînê û divê miheqeq Efrînê serdanpê ji terorîstan paqij bikin."

11.02.2018 - Rojanekırın : 12.02.2018
"Divê miheqeq Efrînê serdanpê ji terorîstan paqij bikin"

Antalya

ANTALYA

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli got, "Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu çi dibêje bira bêje, xwe çawa xilxwar dike bira bike lêbelê miheqeq divê têkevin Efrînê û divê miheqeq Efrînê serdanpê ji terorîstan paqij bikin."

Bahçeli di roja dawîn a "Civîna Serokên Şaxên Parêzgeh û Navçeyan ên MHPyê" ku li Manavgata navçeya Antalyayê li otêlekî hat lidarxistin da civîna çapemeniyê li dar xist û got ku Tirkiye welatekî qels û zeîf nîne ku dema bikeve şerekî, têk biçe û wiha dewam kir:

"Nêrîna Amerîkayê ya der heqê Tirkiyeyê da ya ji prîzmaya Mondros û Sevrê, skandalek e. Vî welatî tu gotineke xwe bi cih neaniye, tu wadeyekî xwe neaniye cih. Rojhilatê Feratê daye xaînan. Xwe li Minbicê bicih kiriye, xwestiye çavê Tirkiyeyê bitirsîne. Çi helwesteke ku em qebûl nakin, rojê yekî lê zêde dike. Li paş her 'min kir xweş çêbû' yeke din tê. Em vê yekê red dikin, em vê ziletê bi heman awayî îadeyî zelîlan dikin. Di çapemeniyê da deng veda ku di çavdêriya Amerîkayê da ji Minbicê terorîst ber bi Efrînê şiqitandine. Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu çi dibêje bira bêje, xwe çawa xilxwar dike bira bike lêbelê miheqeq divê têkevin Efrînê û divê miheqeq Efrînê serdanpê ji terorîstan paqij bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın