Polîtîka

"Em dengdayîna rêveberiya herêmî kiriye rast nabînin"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê biryara Meclisa Bajêr a Kerkûkê ya ku ligel alaya Iraqê, divê alaya Herêma Kurdistana Iraqê jî li Kerkûkê bê daliqandin de wiha got: "Em li vê derê dengdayîna ku rêveberiya herêmî kiriye rast nabînin."

29.03.2017 - Rojanekırın : 29.03.2017
"Em dengdayîna rêveberiya herêmî kiriye rast nabînin"

Ankara

ANKARA

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê li DYAyê binçavkirina Mehmet Hakan Atîlayê Alîkarê Midûrê Gişkî yê Halkbankê da got, "Tê dîtin ku bi îdianameya ku Bhararayê nêzîkî FETOyê yê ku ji wezîfeyê hatibû derxistin amade kiriye va pêşda xwe amade kirine. Demildest derxistin mehkemeyê. Em ji nêz va pêvajoyê dişopînin.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di TRT Haberê da beşdarî bernameyekê bû û der heqê rojevê da xeberda.

Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva destnîşan kir di serdana Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê sibê li Tirkiyeyê da wê li New Yorkê girtina Mehmet Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê jî bê rojevê û wiha got: "Em ê helbet bînin rojevê. Em ê jê bipirsin ev mesele çi ye. Em ê fikarên xwe û mijara astengkirina pêwendiyan jî bînin rojevê."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê biryara Meclisa Bajêr a Kerkûkê ya ku ligel alaya Iraqê, divê alaya Herêma Kurdistana Iraqê jî li Kerkûkê bê daliqandin de wiha got: "Em li vê derê dengdayîna ku rêveberiya herêmî kiriye rast nabînin." 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.