Polîtîka

"Em dixwazin Hewlêr biryara referandumê betal bike"

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ji bona referanduma Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze di 25ê îlonê da bike wiha got: "Daxwaza me ya ji Hewlêrê zelal û eşkere ye. Em dixwazin biryara referandumê bê betalkirin."

23.08.2017 - Rojanekırın : 24.08.2017
"Em dixwazin Hewlêr biryara referandumê betal bike"

Ankara

BEXDA

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ji bona referanduma Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze di 25ê îlonê da bike wiha got: "Daxwaza me ya ji Hewlêrê zelal û eşkere ye. Em dixwazin biryara referandumê bê betalkirin."

Çavuşoglu li Bexdayê bi Îbrahîm Ceferiyê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê ra daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da.

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ji ber têkoşîna dijî DEAŞê ya Iraq dide û bi taybetî jî ji ber rizgarkirina Mûsilê ya ji destê DEAŞê Tirkiye kêfxweş e û wiha got: "Em ji ber operasyonên li Telaferê dest pê kirin jî kêfxweş in. Ji bo li herêmên din jî DEAŞ ji holê bê rakirin em ê piştgiriya xwe ya ji bo Iraqê berdewam bikin."

Çavuşoglu diyar kir dixwazin li Telaferê nasnameya tirkmenan bê parastin û wiha xeberda: "Em wek Tirkiye wekî di têkoşîna dijî DEAŞê da ji bo avakirina Iraq û bajarên wê û ji bona lihevkirina neteweyî ya Iraqê bi hemû derfetên xwe em ê li cem gelê Iraqê bin."

Wezîr Çavuşoglu got ji bo ku carekê dîsa bêjin li aliyê yekîtiya siyaset û erd û desthilatdariya Iraqê ne hatiye Bexdayê, ji bo parastina yekîtî û bihevrabûnê her tim li cem wan in. Çavuşoglu bal kişand ku di têkoşîna dijî terorê da xwediyê heman îradeyê ne û wiha pê da çû: "PKK jî wek DEAşê ji bo yekîtiya erd û sînorên Iraqê, hizûr, yekîtî û bihevrabûna welêt tehdîd e. Ji bo ku PKK jî ji Iraqê paqij bikin em ê bi hev ra tevbigerin û hemû piştgiriyê bidin hêzên Iraqê. Em dixwazin ku di hemû qadan da têkiliyên xwe yên bi Iraqê ra pêş bixin."

Çavuşgolu bal kişand ku dibê hevkariya aboriyê hêzdar bikin, ji mekanîzmayên halê hazir îstifade bikin û ziyaretên dualî zêde bikin û wiha pê da çû: "Qedera Tirkiyeyê û Iraqê hevpar e. Em li heman erdnîgariyê û xwediyê heman qederê ne û em ê înşallah bi heman nêrînê va têkiliyên xwe jî hêzdar bikin."

- "Hêviya me eşkere ye"

Jê pirsîn ku hêviya ji Hewlêrê ya Tirkiyeyê çi ye li ser vê Wezîr Çavuşoglu wiha got: "Hêviya me ya ji Hewlêrê zelal û eşkere ye. Em dixwazin biryara referandumê bê betalkirin. Ji bo ku daxwazên wan ên ji Bexdayê bi cî bên hevdîtinên wan dewam dikin. Em ji ber vê kêfxweş in lêbelê îstiqrara herêmê, yekîtî û bihevrabûn zehf girîng e. Pêşeroj û berjewendiyên birayên me yên kurd di yekîtî û bihevrabûna Iraqê da ne. Em ê îro fikrên xwe yên li ser vê mijare carekê dîsa ji wan ra bêjin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın