Polîtîka

"Em nahêlin li bakurê Sûriyeyê dewleta qaşo were avakirin"

Serokomar Erdogan: "Em ê li bakurê Sûriyeyê destûrê nedin avakirina dewleta qaşo ya PYD û YPGyê. Hin kes qala 'dewleta kurdan' dikin. Ez vê ji bo xwîşk û birayên xwe yên kurd wek heqaret dibînim."

22.08.2017 - Rojanekırın : 23.08.2017
"Em nahêlin li bakurê Sûriyeyê dewleta qaşo were avakirin"

Ankara

ANKARA

 Serokomar Erdogan: "Em ê li bakurê Sûriyeyê destûrê nedin avakirina dewleta qaşo ya PYD û YPGyê. Hin kes qala 'dewleta kurdan' dikin. Ez vê ji bo xwîşk û birayên xwe yên kurd wek heqaret dibînim. Lewra ez wisa bawer dikim xwîşk û birayên min ên kurd li bakurê Sûriyeyê û başûrê Tirkiyeyê wê firsendê nedin tiştekî wiha."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Civîna Mixtaran a 39emîn da axivî.

Erdogan diyar kir li mixtaran gef tê xwarin û wiha xeberda: "Hetanî ku gelê min ê li Rojhilat, Başûrê Rojhilatê û welatê negihêje hizûrê em nikarin wek serokê dewletê bêjin me berpirsyariya xwe bi cî anî. Mixtarên min tehdîd dikin dibêjin 'Heke ji vî gundî xêncî me ji partiyeke din ra ray derkevin bizanibin ku hûnê bên kuştin', hetanî ku ev dewam bike ez nikarim bêjim min berpirsyariya xwe bi cî anî."

Serokomar Erdogan der heqê rewşa derasayî da wiha got: "Taybetiya herî girîng a rewşa derasayî ya niha çi ye? Berterefkirina rêxistinên terorê ye. Rêxistinên terorê ji şikeft û sitargehên wan derdixe û îmhe dike. Lewra heger xelkê min ê li rojhilat û başûrê rojhilat û xelkê li welatê min heta hizûr û aramiyê nebîne wê hingê wek serokê dewletê em berpirsyariya xwe bi cî naynin."

Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Welatekî me, alayeke me û dewleteke me heye. Welatekî 780 hezar kîlometreqere. Em ê mala wan kesên ku hewl didin vî welatî parçe bikin, wêran bikin."

Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser têkoşîna dijî terorê û wiha got: "Xwestin çi bikin? Xwestin li bakurê Sûriyeyê korîdoreke terorê vekin û bigihêjin Behra Sipî. Bila li qisûrê mêze nekin li Cûdî, Tendûrek, Qendîl, Gabar û Bestler-Derelerê me çi kir û em çi dikin, em ê li her derê jî wextê wan bibînin em ê heman tiştî bikin û berdewam bikin."

Serokomar Erdogan wiha axivî: "Ew kesên ku çaxê mijar berjewendî, hesasiyet û daxwazên Tirkiyeyê be qala demokrasî, mafên mirovan dikin û radibin dersê bidin me, em dizanin ku berjewendiyên xwe li ser her tiştî digrin. Xeyala wan ew e ku Tirkiye bi hemû gotinên wan bike û ji emrê wan ra amade be. Çaxê em ajandaya xwe teqîb dikin, helwesteke birûmet nîşan didin ew har dibin dibin, ew ê har jî bibin."

Erdogan wiha got: "Niha em li ser behrê balafirgehekê çêdikin, ev dibêjin 'em naxwazin.' Ma ev kî ne? Komunîst in komunîst. Balafirgeheke ku Artvîn û Rîzeyê digihîne hevdu, ev dibêjin 'em naxwazin.' Ev zêhniyeta çepgir, ev komunîst, ev tu carî nabin welatperwer, miletperwer."

Serokomar Erdogan wiha xeberda: "Yek rabûye qaşo meşa edaletê dike, ji Enqereyê derdikeve ber bi Stenbolê va dimeşe. Car caran jî di karavanê de rûdinê û bi kirasê xwe va xwarinê dixwe. Îro jî min lê nihêrî rojnameyekê serenavek weşandiye û dîbêje "Filankesê welatî". Ev li hember welatiyên min heqaret e. Welatiyê min wê wiha rabe hela ku serokê partiya siyasî ya muxalafeta sereke be wê bangî rojnamevanekî bike û bibêje 'Were, vî wêneyê min bikşîne' û paşê jî wê bibêje 'Ez serokê partiya Ataturk im'. Te qet Ataturk wiha bi kiras ve dema ku xwarin dixwar dît? Ma tiştekî wiha heye?"

Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Her kesê ku koka wî, nijada wî û jiyana wî çi dibe bila bibe, heke bi rêxistinên terorê yên wek FETO, PKK, DEAŞ û DHKP-Cyê re têkiliyên wî tune bin, dilê me û hembêza me ji wî re vekiriye. Bila neyê jibîrkirin, ev têkoşîna ku em didin ne ji bo berjewendiya partiyekê, an jî siyasetmedarekî ye. Em ji bo bekaya gel û welatê xwe têkoşînê didin. Tu kes nikare ji bo berjewendiyên xwe û daxwazên xwe derbeyê li vê têkoşînê bixe. Me bi vê nêrînê va di partiya xwe de guherîneke xurt kir. Em li bendêne ku partiyên din jî xwe nû bikin û tevgerên xwe, axaftinên xwe car din ji ber çav re derbas bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın