Polîtîka

"Em ê li Sûriyeyê kozikên terorê yekbiyek belav bikin"

Serokomar Erdogan: "Helbet ew ê bibin, bi hev ra. Ev têkoşîna ji bo wan tê dayîn. Ji bo xwedî li erdên xwe derkevin em li wê derê alîkariyê didin van birayên xwe."

16.01.2018 - Rojanekırın : 16.01.2018
"Em ê li Sûriyeyê kozikên terorê yekbiyek belav bikin"

Ankara

ANKARA 

Serokomar Erdogan li ser mijara gelo mixalifên ji Sûriyeyê ew ê tevlî operasona dijî Efrînê bibin yan nebin wiha got: "Helbet ew ê bibin, bi hev ra. Ev têkoşîna ji bo wan tê dayîn. Ji bo xwedî li erdên xwe derkevin em li wê derê alîkariyê didin van birayên xwe."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî xeberdana li Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan der barê operasyona Efrînê da wiha got: "Înşellah sibê dusibe, di nav demeke kurt da emê ji Efrîn û Minbicê dest pê bikin û kozikên rêxistinên terorê yên din li Sûriyeyê jî yekbiyek belav bikin. Ji bo vê yekê jî ne ew kesên wekî mutefiqê me xuya dikin û ji piştê va îxanetê li me dikin û ne jî ew piştgirên terorê yên marjînal ku wek siyasetmedar xuya dikin dikarin rê li ber me bigirin."

Erdogan li ser pirsa "Di mijara Sûriyeyê da wê bi Trump ra hevdîtinekê bike yan na?" wiha axivî: "Ez niha nafikirim lê bigerim. Lewra me berê li ser van mijaran xeberda wî yê xeber bida min. Heta ew bersivê nede min ez lê nagerim. Du sê roj berê min bi Putîn ra xeberda, dîplomasiya me ya ji ser têlefonê dewam dike."

Serokomar Erdogan wiha got: "Amerîka ji 11-12 hezar kîlometre cihekî dûr wê bê û li vê derê ji xwe re artêşekê ava bike û wê navê wê bike çi? 'Ewlehiya sînor.' Ji bo çi ev ewlehiya sînor? Niha binihêrin, rejima Sûriyeyê jî dibêje 'ev ji bo me tehdîd e" û teqez naxwaze ev artêş bê avakirin."

Erdogan ji bona îdiaya welatiyên Kurd wê ji tifaqa bi MHPyê ra bixeyidin wiha got: "Ji wan bawer nekin. Ev gel êdî ji wan lîstikan derbas bûye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın