Polîtîka

"Emê tu carê nehêlin korîdoreke terorê li bakurê Sûriyeyê vebe"

Erdogan: "Hûn ji serî pê ve dizanin ku me tu caran nexwest ku li bakurê Sûriyeyê korîdoreke têrorê ya ji PYD û YPGê pêk tê çêbibe. Me got ku emê destûrê nedin vê."

19.09.2016 - Rojanekırın : 20.09.2016
"Emê tu carê nehêlin korîdoreke terorê li bakurê Sûriyeyê vebe"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Recep Tayyip Erdogan beriya ku here Amerîkayê û beşdarî civîna Lijneya Giştî ya 71emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe, li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist û axivî.

Erdogan got ku ew ê di 20ê îlonê roja sêşemê li Lijneya Giştî ya NYyê biaxive.

- "Tu welatekî cihanê wê ji FETO ra nebe sitargeheke ewledar"

 Erdogan anî ziman ku têkoşÎna li hember Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) wê her tim dewam bike û wiha got: "Em ê li her derê bikevin şikeftên rêxistinê (FETO). Ez dixwazim bi eşkere bibêjim ku ji vir pê ve tu welatekî dinyayê, tu deverek wê ji bo FETO û milîtanên wê ne sitargeheke biewlehî ye û wê nebe jî. Înşallah têkoşîna me ya li hember terorê û rêxistinên terorê wê heyama li pêş me wê bi awayeke nû dewam bike. Hewldana derbeya 15ê tîrmehê û berxwadana gelê me ya wek destanan a ku li hember vê xiyanetê bû sedem ku çavê her kesî car din vegere li ser Tirkiyeyê." 

- "Em ê li her derê behsa rûyê tarî yê FETO bikin"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku axaftina wî ya li lijneya NYyê bibe sedem ku dinya bizanibe ku ka rêxistina FETO rêxistineke çawaye û wiha axivî: "Axaftina min a li Lijneya Giştî wê bibe vesîle ku him ji bo hewldana derbeyê ya 15ê tîrmehê û him jî FETOya ku xwîna 241 şehîdên me rijand bi awayeke herî rast agahî bihîjîe raya giştî ya dinyayê. Em ê li her derê behsa rûyê tarî yê FETO û serokê wê bikin, em ê behsa tehdîda wê ya ji bo Tirkiyeyê û welatên din bikin û ji dostên xwe re bibêjin ku bila baldar bin. Em ê li her derê bikevin şikeftên rêxistinê. Ez dixwazim bi eşkere bibêjim ku ji vir pê ve tu welatekî dinyayê, tu deverek wê ji bo FETO û milîtanên wê ne sitargeheke biewlehî ye û wê nebe jî."

- "Pirsgirêka Sûriyeyê bûye mijareke kurewî"

Erdogan behsa pirsgirêka Sûriyeyê û şerê navxweyî kir û wiha dewam kir: "Ez wisa bawer dikim ku êdî dinyayê vê rastiyê fêm bike. Pirsgirêka Sûriyeyê bi tenê ne meseleya sûriyan an jî çend welatên cînar ên Sûriyeyê ye. Ev qeyran, bi encamên xwe ve, tesîra xwe ya li ser herêmên din ve bûye mijareke kurewî. Her saniye, her deqîqeya ku ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê nayê bikaranîn ji bo Neteweyên Yekbûyî şermek e. Tevgerên li dijî mirovahiyê ya li hember penaberan, wan li dû telan sekinandinê ve ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Welatên pêşketî di serî de divê hemû mirovahî di vê mijarê de hişyar bin."

- "Welatê ku herî zêde deriyên xwe ji penaberan ra vekiriye Tirkiye ye"

Serokomar Ergodan got ku ewê li di civînê de behsa gavên Tirkiyeyê yên ji bo sûriyan avêtine bike û wiha axivî: "Welatên ku tevlî lûtkeyê bibin ewê di civînê da li gor hedefan qala gavên ku biavêjin û teehudên xwe bikin. Halê hazir welatê ku herî zêde deriyên xwe ji penaberan ra vekiriye Tirkiye ye û ji bo vê bi taybetî gazî civînê kirin. Ezê di civînê da bi hûrgilî qala berpirsiyariya ku Tirkiyeyê di qeyrana Sûriyeyê da pişt kir bikim. Ezê carekî dîsa wek demên din bêjim ku ji bo çareserkirina pirsgirêka herêma ewledar û herêma ji terorê hatiye paqijkirin lazim e. Ezê ji lîderên ku beşdarî lûtkeyê bibin ra qalê bikim ku Herekata Mertalê Feratê çito tevkarî da kêmbûna qirîza penaberan."

- "Me tu caran nexwest ku li bakurê Sûriyeyê korîdoreke têrorê çêbibe"

Erdogan got ku wan tu caran nexwest ku li bakurê Sûriyeyê korîdoreke têrorê çêbibe û wiha axivî: "Hûn ji serî pê ve dizanin ku me tu caran nexwest ku li bakurê Sûriyeyê korîdoreke têrorê ya ji PYD û YPGê pêk tê çêbibe. Me got ku emê destûrê nedin vê. Ez bikaranîna peyva dewletê ji bo wan weke neheqiyekê dibînim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın