Polîtîka

Erdogan û Barzanî dê îro bicivin

Serokomar Erdoganê ber êvarê pêşwaziyê li Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bike

26.02.2017 - Rojanekırın : 26.02.2017
Erdogan û Barzanî dê îro bicivin

Ankara

ANKARA

 Hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro ber êvarê li Koşka Mabeynê ya li Stenbolê dê digel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bicive.

Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji çavkaniyên dîplomasiyê wergirt, hevdîtinê îro ber êvarê di saet 17.00an da pêk were.

Beriya niha Berdevk û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin seredana Barzanî bi van gotinan nirxandibû, "Gelek mijar hene ku bên qisekirin. Iraq ji bo me di her warî da gelekî girîng e, di warê aborî, ewlekarî da û herwiha di warê hevkariya mirovî û çandî da ji bo me zehf girîng e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.