Polîtîka

Erdogan û Barzanî li ser Mûsilê û rewşa aborî axivîn

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bazirganiya navbera Tirkiyê û Herêmê guftûgo kirin û li ser rewşa aborî sekinîn

27.02.2017 - Rojanekırın : 28.02.2017
Erdogan û Barzanî li ser Mûsilê û rewşa aborî axivîn

Ankara

İSTANBUL

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bazirganiya navbera Tirkiyê û Herêmê guftûgo kirin û li ser rewşa aborî sekinîn.

Di hevdîtina li Qesra Mabeynê hat kirin de mijarên tekiliyên aboriyê yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê, di serî de Sûrîye geşedanên li herêmê û ziyareta Serokwezîr Bînalî Yildirim hat nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesût Barzanî de mijarên tekiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û operasyona Mûsilê hatin axaftin.

Hat ragihandin ku mijara operasyona rizgarkirina Mûsilê hat nirxandin û Serokomar Erdogan di tekoşîna dijê DEAŞê de piştgiriya Tirkiyê dubare kir.

Wekî din mijarên herêmê, geşedanên sîyasî, mijara Sûriyeyê, mizakereyên Cenevreyê, li ser herêmê tesîra gûherînên navneteweyî û têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê hat nirxandin.

Hi hevdîtinê de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Ahmet Yildiz, Berdevê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî û Serokê Dîwana Serokatiyê Fûad Huseyn jî amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın