Polîtîka

Erdogan û Pûtîn hefteya bê dê bên bal hev

Serokomar Erdogan dê 28ê îlonê roja pêncşemê di şîvê de bi Pûtînê Serokê Rûsyayê re bê bal hev

21.09.2017 - Rojanekırın : 21.09.2017
Erdogan û Pûtîn hefteya bê dê bên bal hev

Ankara

NEW YORK

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê bi Vladîmîr Pûtînê Serokê Federasyona Rûsyayê yê ku di bê Tirkiyeyê re di 28ê îlonê de di şîvê de bê bal hev.

Serokomar Erdogan di "Korbenda Kûrewî ya Kar a Bloombergê" ya ku ji aliyê Nûnerê Taybet ê Guherîna Îklîmê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Şaredarê berê yê New Yorkê Mîchael Bloomberg ve li Otêla New York Plazayê hat lidarxistin de bersiva pirsan da.

Erdogan diyar kir ku dê bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re roja duşemê li ser telefonê biaxive û got ku "Em ê şeva pêncşemê bi hev re şîvê bixwin. Li Sûriyeyê çi diqewime çi naqewime em ê li ser wan biaxivin."

Erdogan û Pûtîn di serî de geşedanên li Sûriyeyê dê der heqê pergalên parastina asîmanî ya S-400î yên Tirkiye plan dike ku ji Rûsyayê bistîne de jî biaxivin.

- Her du serok herî dawîn di temûzê de hatin bal hev

Serokomar Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G20î ya ku li Almanyayê hat lidarxistin de di 8ê temûzê de bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re hatibû bal hev.

Her du serokên ku bi qasî saetekî hevdîtin kirin di G20î de li ser di çarçoveya Sûriye û Iraqê de tiştên ku li herêmê diqewimin sekinîbûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın