Polîtîka

"Ev welat wê ti carê firsendê nede yên ku aramiya wê tê bidin"

Yildirim: "Komên terorîst ên ku li bakurê Sûriyeyê me aciz dikin, êrîşan dikin. Bila hemî alî vê bizanin. Çi êrîşên ku li dijî Tirkiyeyê bên lidarxistin, wê bi misil bersivê bibîne. Ev welat wê ti carê firsendê nede yên ku aramiya wê tê bidin."

13.01.2018 - Rojanekırın : 14.01.2018
"Ev welat wê ti carê firsendê nede yên ku aramiya wê tê bidin"

Ankara

AKSARAY

Serokwezîr û Wekîlserokê Giştiyê AK Partiyê Bînalî Yildirim li Aksarayê di axaftina xwe ya li 6emîn Kongreya Wîlayetê ya AK Partiyê de got, "Komên terorîst ên li Efrîn, Kobanê, Eyn el-Erebê yên bakurê Sûriyeyê me aciz dikin, êrîşan dikin. Bila hemî alî vê bizanin. Çi êrîşên ku li dijî Tirkiyeyê bên lidarxistin, çi ji hundirû çi ji derve, wê bi misil bersivê bibîne. Ev welat wê ti carê firsendê nede yên ku aramiya wê tê bidin."

- "Dadwerên Amerîkayê herwekî ku ketibin bin rîayeta elemanên FETOyê tevdigerin"

Serokwezîr Yildirim behsa daraza li Amerîkayê kir û got, "Van rojan li amerîkayê dozek li darazê ye. Dozek komîk. Bi qasî ku komîk e, ji bingeha hiqûqî jî bêpar e, me hemiyan bi îbret lê temaşe kir. Dadwerên Amerîkayê herwekî ku ketibin bin rîayeta elemanên FETOyê. Wekî ku ew dixwazin tevdigerin. Em lîstikên we naxun. Hûnê tenê zirarê bidin sîstema xwe."

Yildirim wiha pê de çû: "Tirkiye dewleta hiqûqê ye û xwedî wê karînê ye ku bi hemî cureyên terorê re micadele bike. Li hember dirindetirîn êrîşên terorî jî ji nava hiqûqê veneqetiyaye. Bi vî hawî dewleteke degmen e. Ewên ku dixwazin dafikan li pêş me vedin, dûr nêzîk ewê tê wer bin. Ev hemî hewlên nêtxirab wê nikarin ji hedefên Tirkiyeyê yên 2023, 2053, 2071 re û ji vîzyona wê re bibin asteng."

- Tişta ku Kiliçdaroglu jî dike ev e

Yildirim derbarê Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha axivî: "Îro Serokê Giştiyê CHPê, di kongreyekê diaxive. Dibêje; 'Welatiyekî hewl da ku li ber derê parlementoyê xwe bişewitîne.' Û pê de diçe, 'Birayê min tu çima li ber derê parlementoyê dixwazî xwe bişewitînî, madem tu yê xwe bişewitînî here li ber derê sarayê xwe bişewitîne.' Li mêrik binerin. Me ev însaniyetî ye. Tişta ku ew dike hûn dizanin çiye? Dema ku mala cîran agir pê dikeve, yek diçe xwe li ber germ dike. Tişta ku Kiliçdaroglu jî dike ev e. Şewitîna vî welatî ne xem e. Dijminayetî û zikreşiya wî ya li hember AK Partiyê û Recep Tayyip Erdogan ji êşa şewata wî welatiyî zêdetir e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın