Polîtîka

'Ew ê mehaneyê bidin malbatên kesên ku di bûyerê de mirin'

Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kûrtûlmûş: "Di lêkolîna derheqê bûyerê de hema bibêje gihiştine merhaleya dawîn, lê em ji ber biryara Serdozgeriya Komarê, heta ku her tişt eşkere nebe nikarin daxuyaniya fermî bidin."

13.10.2015 - Rojanekırın : 13.10.2015
'Ew ê mehaneyê bidin malbatên kesên ku di bûyerê de mirin'

ANKARA

Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş, piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da. Kûrtûlmûş di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşa terorê ya li Enqerê û wiha got: "Di lêkolîna derheqê bûyerê de hema bibêje gihiştine merhaleya dawîn, lê em ji ber biryara Serdozgeriya Komarê, heta ku her tişt eşkere nebe nikarin daxuyaniya fermî bidin. Di bûyerê de du çalakvanên xwekujiyê hatine bikaranîn. Xuya ye ku di êrîşê de bombeyên TNT yên fabrîkasyonê yên ku her yek giraniya wan bi qasî 5 kîloyan e bikar anîne."

Kûrtûlmûş destnîşan kir ku ew ê mehaneyê bidin malbatên kesên ku di bûyerê de mirin û wiha dewam kir: "Ew ê mehaneyê bidin malbatên kesên ku di bûyerê de mirin. Herwiha ji bo di demeke kurt de miameleyên kesên ku di bûyerê de seqet man jî temam bibin hewl didin."

-"Dişibe bûyera li Sirûcê qewimî"

Kûrtûlmûş destnîşan kir ku plana bûyerê, şiklê bombeyan, bikaranîna bombeyan ji hemû aliyan ve dişibe çalakiya bombekirinê ya li Sirûcê û wiha dewam kir: "Di destpêka bûyerê de, du sermifettîşên ewlekariyê hatin wezîfedarkirin. Naxwazim vê di vê mijarê de reqaman bidim lê di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de gelek kes hatin binçavkirin. Li ser bûyerê bi baldarî lêkolînan didomînin."

Kûrtûlmûş wiha pê de çû:

"Ji vir bila partiyeke siyasî, ji bo hilbijartina 1ê mijdarê hewl nede û bûyereka ku rastiya wê nizane neke amûra siyasetê. Bi rêyeke wiha mirov tu caran nikare xizmeta aştî û biratiyê bike. Ez ji vir bangî hemû siyasiyan, partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, nivîskar, saziyên me yên medyayê dikim; bila zimanê aştî û biratiyê bikarbînin. Bila kes komên dijber, aliyên cuda yên siyasî sûcdar meke, dijî wan zimanê dijminatiyê bikarneyne; ez ji vir bangî hemû aliyan dikim ku ji zimanê ji hev du dûrxistin û cudaxwziyê dûr bisekinin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın