Polîtîka

"Fobiya kurdan a serxwebûnê heye"

Siyasetmedarê Dêrîn û Şareza li Iraqê Hesen Elewî: "Fobiya kurdan a serxwebûnê heye. Îmkan hebû û rewş musaid bû. Feqet çû. Di sala 2003an de yê ku dihat Iraqê diçû cem Pêşmerge da ku wan biparêze."

23.02.2017 - Rojanekırın : 24.02.2017
"Fobiya kurdan a serxwebûnê heye"

Arbil

HEWLÊR

Siyasetmedarê Dêrîn û Şareza li Iraqê Hesen Elewî, li ser ragihandina serxwebûnê li Herêma Kurdistana Iraqê rexne li siyasetmedarên kurd girt û got: "Fobiya kurdan a serxwebûnê heye. Îmkan hebû û rewş musaid bû. Feqet çû. Di sala 2003an de yê ku dihat Iraqê diçû cem Pêşmerge da ku wan biparêze. Lê ev çûn Encumeniya Hukim û nîqaş li ser wê kirin ku çend kursiyan bidest bînin. Hewl nedan ku curekî serxwebûnê bo Kurdistanê bidest bixin. Kurd tehdîda serxwebûnê dikin, ev xelet e û nabe. Wek xelkê hemû dinyayê heqê wan heye. Lê nabe ku tu xewna serxwebûnê bikî kevirek û bidî destê neyarê xwe."

Hesen Elewiyê ku yek ji siyasetmedarê herî kevn û bitecrube bû li Iraqê, mijarên wek ragihandina serxwebûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, siyaseta kurdan li vî welatî, rewşa dawîn a Partiya Beesê û Iraqa piştî DEAŞê ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê nirxandin.

Siyasetmedarê bitecrube yê iraqî û sunnî ku berê di nav Partiya Beesê de jî cih girtiye, serkirdayetiya kurd der barê serxwebûnê de rexne kir û got:

"Fobiya kurdan a serxwebûnê heye. Îmkan hebû û rewş musaid bû. Feqet çû. Di sala 2003an de yê ku dihat Iraqê diçû cem Pêşmerge da ku wan biparêze. Lê ev çûn Encumeniya Hukim û nîqaş li ser wê kirin ku çend kursiyan bidest bînin. Hewl nedan ku curekî serxwebûnê bo Kurdistanê bidest bixin. Kurd tehdîda serxwebûnê dikin, ev xelet e û nabe. Wek xelkê hemû dinyayê heqê wan heye. Lê nabe ku tu xewna serxwebûnê bikî kevirek û bidî destê neyarê xwe."

Elewî destnîşan kir ku ev firsend ji bo kurdên Iraqê hê jî heye û wiha axivî:

"Ji bo kurdên Iraqê ji aliyê siyasî ve îmkanê avakirina dewletê heye. Lê bingeheke saxlem tuneye. Di warê hilberîn û çêkirinê de qelsiyek heye. Mala kurd bi xwe rêkûpêk nîne. Îradeya dewletbûnê jî rastî dudiliyê hatiye. Herwiha nakokiyên di nav kurdan bi xwe de tesîreke mezin li ser vê meseleyê dikin."

- "Bees amade bû çekê deyne"

Der barê meseleya têkiliya DEAŞê û Partiya Beesê de jî Elewî ev agahî dan: "Rola Beesê di çêbûna DEAŞê de hebû. Lê niha nemaye. DEAŞê piraniya wan kuştin."

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku Rêvebirê Beesê û Liderê Dawîn ê Beesê Izzet Dûrî di nameyeke xwe de ragihandiye ku ew amade ne çekê deynin û beşdarî pêvajoya siyasî bibin:

"Izzet Dûrî di nameyekê de hişyarî li ser çêbûna DEAŞek nû da. Ew dibêje em dikarin bi hemû welatan re danûstendinê bikin le Iraq na, lewra Iraq hikûmeteke kirêkirî ye. Ew dibêje Beesî amade ne çekê deynin. Ew radigihîne ku ji bo aştiya civakî çekê deynin û şerê bidawî bînin. Dûrî wisa dibêje."

Şarezayê siyaseta herêmê der barê pêşeroja Iraqê piştî DEAŞê jî wiha nirxandin kir:

"Berî niha bi 3 mehan min piştî têkçûna DEAŞê texmîna 5 şeran dikir: Şerê li dijî DEAŞê, şerê xelkê Mûsilê li dijî îqtidarê, şerê kurd û şiî, şerê kurd û kurd û şerê şiî û şiî. Lê niha vê yekê îhtimaleke dûr dibînim. DEAŞ dê here û ji bo Mûsilê çareserî were dîtin. Dibe ku di navbera Pêşmerge û Heşda Şebî de gengeşiyek derkeve lê Îran nahêle bigihê şer. Dê çareser bike."

- Hesen Elewî kî ye?

Hesen Elewî sala 1936 li Kerade Merîmiya Bexdayê hatiye dinyayê. Ewî di gelek astên cuda cuda yen dewletê de wezîfe wergirtiye. Wêneyên wî digel gelek serkirdeyên Iraqê hene. Wêneyên xwe yên digel Seddam Huseyîn hê jî veşartî dihêle. Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın