Polîtîka

"Hewce nake em di bin barê kurên dowîzê da aboriya xwe bihelînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got:"Heger em di ticareta nav dewletan da rê vekin û pereyê xwe yê neteweyî biemilînin wê ev di dîroka D-8an da şoreşek be. Hewce nake em di bin barê kurên dowîzê da aboriya xwe bihelînin."

Nihat Kavşut  | 20.10.2017 - Rojanekırın : 20.10.2017
"Hewce nake em di bin barê kurên dowîzê da aboriya xwe bihelînin"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Lutfî Kirdar di vekirina Civîna 9emîn ya Hevkariya Aboriyê ya D-8an da ku Ajansa Anadoluyê (AA) mazûvanê wêneyan e xeberda.

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Heger em di ticareta nav dewletan da rê vekin û pereyê xwe yê neteweyî biemilînin wê ev di dîroka D-8an da şoreşek be. Hewce nake em di bin barê kurên dowîzê da aboriya xwe bihelînin." 

Erdogan bal kişand ser D-8an wiha got: "Pêdiviya bi rêbaz û nirxên D-8ê diparast kêm nebûye, hê zêdetir bûye. Lewra D-8 civakeke welatan a ji bo berjewendiyan li hev civiyane nîne. Ji bo dinyayeke adil, biaram û îstiqrarê pêk hatiye. Em wek endamên D-8ê xwedî hin îmtiyazên erdnîgariyê ne ku kêm welat xwedî van îmtiyazan in."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku divê D-8 xwe biguherîne û wiha got: "Li dinyayeke ku her tişt diguhere divê D-8 jî xwe biguherîne û di ciyê xwe da nesekine. Li gorî qinaeta min divê em teşkîlata xwe bi endam û şirîkên nû xurt bikin. Divê em ji mezinbûnê netirsin û rehet bin. Di mekanîzmayên biryarê da di ciyê yekdengiyê da divê em ji derfet û îmkanên piraniya têgihiştî îstifade bikin. Lewra bi yekdengiyê wê mekanîzmaya xebatê bixitime."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın