Polîtîka

Ji bo Balukenê HDPyî 16 sal û 8 meh ceza

Ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", "propagandaya rêxistina terorê", "mixalefeta li dijî qanûna meş, civîn û xwepêşandanê" 16 sal û 8 meh cezayê hepsê dan Îdrîs Balukenê Parlementerê Diyarbekirê yê HDPyê.

04.01.2018 - Rojanekırın : 05.01.2018
Ji bo Balukenê HDPyî 16 sal û 8 meh ceza

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", "propagandaya rêxistina terorê", "mixalfeta li dijî qanûna meş, civîn û xwepêşandanê" 16 sal û 8 meh cezayê hepsê dan Îdrîs Balukenê Parlementerê Diyarbekirê yê HDPyê.

Di rûniştina ku li Dadgeha Cezayê Giran a 8an ya Diyarbekirê dihat dîtin da Baluken ji Saziya Ceza Înfazê ya Sîncanê bi Sîstema Deng û Dîtinê (SEGBÎS) va beşdar bû.

Di rûniştinê da dozger mitealaya xwe dubare kir û xwest 5 caran ji ber "kirina propagandaya rêxistina terorê", 4 caran ji ber "kirina mixalfeta li dijî qanûna meş, civîn û xwepêşandanê" û "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" were cezakirin û 47 sal cezayê hepsê bidin Baluken.

Balukên sûcên ku diavêjin ser qebûl nekir, xwest ku bira doz were betalkirin û biryara beraeta wî were dayîn.

Parêzerên Baluken gotin axaftinên ku dibêjin sûc in û axaftina li Meclisê ya Baluken heman tişt in û tehliyeya Baluken xwestin.

Dadgehê biryar da ku ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 7 sal û 6 meh, ji ber sûcê 4 caran "kirina propagandaya rêxistina terorê" 4 sal û 7 meh, ji ber sûcê 4 caran "kirina mixalfeta li dijî qanûna meş, civîn û xwepêşandanê" 4 sal û 7 meh cezayê hepsê bidin Baluken û rewşa wî ya girtî jî dewam bike.

Biryar hat dayîn ku ji ber sûcê "xirabkirina yekîtî û bihevrabûna dewletê" jî Baluken beraet bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın