Polîtîka

Ji bo Parlementera HDPyê Yîgîtalpê biryara "anîna bizorê"

Bi hinceta ku beşdarî danişîna doza ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da tê darizandin nebû, der heqê Yîgîtalpê da biryara "anîna bizorê" hat derxistin.

11.05.2017 - Rojanekırın : 12.05.2017
Ji bo Parlementera HDPyê Yîgîtalpê biryara "anîna bizorê"

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Bi hinceta ku beşdarî danişîna doza ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da tê darizandin nebû, der heqê Sîbel Yîgîtalpa Parlementera Diyarbekirê ya HDPyê da biryara "anîna bizorê" hat derxistin.

Danişîn li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hat kirin û parêzerên Yîgîtalpê beşdar bûn.

Dozgerê Komarê got ku ji bo hildana parastina Yîgîtalpê xwest ku der heqê wê da biryara anîna bizorê were dayîn.

Dadgehê der heqê Yîgîtalpê da biryara "anîna bizorê" derxist û danişîn taloq kir.

- Cezayê ku tê xwestin

Li gor îdianameyê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", "kirina propagandaya rêxistina terorê", "ji ber ku li dijî qanûnê bê çek beşdarî civîn û meşê bû û digel hişyariyan belav nebû", "gel tehrîq kir ku li gor qanûnê hereket nekin" û "ji ber ku li ber xwe da û nehişt wezîfe were kirin" der heqê Yîgîtalpê da ji 11 salan heta 28 salan cezayê hebsê tê xwestin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.