Polîtîka

"Ji bo veberhênanan wê krediya bêfaîz bê dayîn"

Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Ji bo veberhênanan wê krediya bêfaîz bê dayîn. Krediya kar a rêjeya kêmfaîz wê bê dayîn. Heger rêjeya faîzê 10 be wê nîvî dewletê bide."

24.01.2017 - Rojanekırın : 25.01.2017
"Ji bo veberhênanan wê krediya bêfaîz bê dayîn"

Ankara

ANKARA

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Qesra Çankayayê di Lansmana Destpêka Bernameya Navendên Cazîbeyê da axivî.

Yildirim got ku ji bo kesên veberhênanê bikin ewê cih û xizmeta şêwirmendiyê ya bêpere bidin û wiha axivî: "Em ê xizmeta bêpere bidin kesên ku veberhênanê dikin. Fîzîbîlîteyeke baş ji bo veberhênaneke serkeftî şert e. Ji ber vê yekê di amadehiya fîzîbîlîteyê û çêkirina projeyên ewil de xizmeta ku tê xwestin em ê bidin. Dîsa ji bo veberhênanan em ê cih bidin."

- "Her kesê xwe bide ber bar"

Yildirim destnîşan kir ku ji bo veberhênanan wê krediya bêfaîz bê dayîn û wiha dewam kir: "Krediya kar a rêjeya kêmfaîz wê bê dayîn. Heger rêjeya faîzê 10 be wê nîvî dewlet bide. Wekî pergala ji bo KOBÎyan. Wek mayîn yên tesîsên mezin dikin, nû dikin û pêşva dibin jî wê alîkarî bê dayîn. Ji bo yên navenda daneyan û navenda alîkariyê ava dikin jî piştgirî bê dayîn. Di piştgiriyan da çavkaniya resen ji sedî 30, kredî jî ji sedî 70 ye. Tu yê ji cêva xwe 30 lireyî derxî, dewletê jî 70 lireyî bide ser. Em hemû nadin, her kesê destê xwe bide û xîret bike."

Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku di çarçoveya Bernameya Navendên Cazîbeyê de, ji bo 23 bajaran di navbera 28ê mijdara 2016an û 11ê çileya paşîn a 2017an de hezar û 200 serlêdan hatine kirin. Yildirim got ku bihayê giştî yê veberhênanê 19 milyar û 600 milyon lire ye û îstixdam jî seba 112 hezar û 400 kesî ye.

Yildirim wiha dewam kir: "Li şaredariyên mezin parselên herêma pîşesaziyê yên organîzeyê wê dewrî serokatiyên kordînasyon û şopandina verberhênanan bikin. Li bajarên din jî wê dewrî îdareyên taybet ên bajêr bikin. Ev avahiyên fabrîqeyan wê li gor fizîbilîteyê bên tehsîskirin, çêkirina wan jî wê ji hêla veberhêneran ve bê kirin. Heger li herêmên pîşesaziya organîze erd tunebe, wê demê ji erdê xezîneyê ciyekî guncaw dê were terxankirin. Em bêjin pîşesaziya organîze ya mezin tijî ye, cî tuneye, cî tune ku qadeke nû ya pîşesaziyê were sazkirin, wê demê ji erdê xezîneyê ku derê ji çêkirina febrîqeyan ra guncaw e, dê were bîterkirin û terxankirin."

- "Em ê derfetan bidin ku li Rojhilatê veberhênan bên kirin"

Serokwezîr Yildirim bal kişande veberhênanên li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê û wiha got: "Em ê alîkariyê bidin îmalatxaneyan û derfetan bidin ku li Rojhilatê veberhênan bên kirin. Em ê alîkariya taybet bidin kesên veberhanên xwe li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê dikin. "

Yildirim got ku dewletê alîkariya veberhênanan bike û wiha pê de çû: "Ji bo navêndên bangê û daneyan em ê ewil awahiyên kamûyê yên musaît tehsîs bikin. Dîsa binesaziya ragihandinê wê dewlet ava bike û ji bo perwerdeya xebatkaran jî serê merivekî 2 hezar û 500 lire pere wê bê dayîn. Her wiha ceyrana ku li navenda daneyan tê bikaranîn, mesrefa wê jî sedî 30 wê dewletê bide. Emê bêşert piştgiriyê bidin wan projeyên ku dibe sedema kar û nan. Heke hûn bibêjin 'Li vir pereyek tê belavkirin, hela ez jî herim çend qurişan bigrim' qet neyên. Ji wî kesê ku bi rastî jî wê veberhênanê bike re pere heye. Karê me bi wan kesan re heye ku xwe bidin ber bar, kar û xebatê bikin, kar û nan bidin mirovan. Bi yên din re karê me tune."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.