Polîtîka, Dinya

Ji PDKyê bo PKKyê: "Ey PKK, hûn wek terorîst binavûdeng in"

Malpera Resmî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: "PYD di rastiya xwe de PKK ye. Bi PKKyê xwedî nav û deng e. Di konseya serokatiya xwe de însan kuştine. Ey PKK, hûn wek terorîst binavûdeng in"

Muhammet Kurşun  | 24.03.2017 - Rojanekırın : 24.03.2017
Ji PDKyê bo PKKyê: "Ey PKK, hûn wek terorîst binavûdeng in"

Ankara

ANKARA

Malpera Resmî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê der barê zext û zordariya PKKyê li Rojava ragihand ku, ""PYD di rastiya xwe de PKK ye. Bi PKKyê xwedî nav û deng e. Di konseya serokatiya xwe de însan kuştine. Rewşenbîrên kurd ên li Tirkiyê kuştine. Li Ewropayê li hemberî bi dehan siyasetmedaran êrişên terorî pêk anîn. Ey PKK, hûn wek terorîst binavûdeng in."

Di daxuyaniya li ser Malpera Resmî ya PDKyê de hat weşandin, zordariya PYD/PKKyê ya li rojava, êrişên li ser partiyên kurdan û têkiliyên PKK û Rejima Esed hatin nirxandin, helsengandinên muhîm hatin kirin.

Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ser îddiayên PKKyê li Rojava û agahiyeke wisa tê dayîn: "PYD/PKK dibêje ji ber ku destûra wan a qanûnî tuneye me partiyên Rojava girtine. Beriya hemû tiştî ev belgeyeke cihê qeşmeriyan e ku PYD behsa qanûn û destûra qanûnî dike."

"PKK kevneşopiya dîktatoriyeta stalînîst e"

Li ser daxwazên PKKyê di daxuyaniyê de nirxandineke wiha tê kirin:

"PYD wek partiyeke totalîter û takrê ye. Kevneşopiya dîktatoriyeta stalînîst e. Ne tenê çalakiyên partiyên Rojava qedexe dike û wan direvîne, tehemula bîr û baweriyên cuda yên komeke biçûk jî di nav xwe de nake."

- "Ey PKK, hûn wek terorîst binavûdeng in"

Li beşeke din rasterast terorîzma PKKyê tê destnîşankirin û rewşa PKKyê li Tirkiye û Ewropayê li hemberî siyasetmedarên kurd wiha tê ragihandin:

"PYD di rastiya xwe de PKK ye. Bi PKKyê xwedî nav û deng e. Di konseya serokatiya xwe de însan kuştine. Rewşenbîrên kurd ên li Tirkiyê kuştine. Li Ewropayê li hemberî bi dehan siyasetmedaran êrişên terorî pêk anîn. Ey PKK, hûn wek terorîst binavûdeng in."

Di qismekî daxuyaniyê de jî der barê têkiliyên PKK û Esed pirsên wiha tên kirin:

"Ey PKK, ji bo ku em têkçûna derûniya we nîşan bidin, dixwazin çend pirsan bikin:

1-Ka ji me re bêjin ew destûra ku divê partiyên Rojava herin wergirin û xebatên siyasî bimeşînin li cem kê ye?

2-Ka bêjin, ew destûr li cem we ye yan li cem Partiya Bees a Sûriyê ye?

3-Eger partiyek heta destûrê ji we nestîne nikaribe xebatên siyasî bimeşîne, naxwe ka bêjin Partiya Beesê destûr ji kê wergirtiye û li wê derê bi kêfa xwe tevdigere?

4-Gelo we destûr ji Rejima Bees a Sûriyê wergirtiye, yan Partiya Bees destûr ji we wergirtiye? Divê hûn ronî bikin ka kê destûr ji kê wergirtiye?"

- "Ey PKK, hîç îradeyeke we li hemberî rejima Bees a Sûriyê heye yan na?"

Di dawiyê de nirxandineke giştî tê kirin û li ser rastiya PKKyê ev îfade tên derbirîn:

"Rastî ev e ku Rejima Bees hûn anîn wê derê. We bi şoreşekê Rojava rizgar nekiriye. We bi hevkariya Bees û rejima qatil a Sûriyê îmkan zivirandiye aliyê xwe. We bi hevkariya Beesê dest daniye ser Rojava. We bi lêdan, kuştin, koçberkirin û qirkirina welatiyan ew desthilat bi dest xistiye. Eger hûn bi destê xwe bin û îradeya we hebe ka bêjin, hîç îradeyeke we li hemberî rejima Bees a Sûriyê heye yan na?"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın