Polîtîka

Ji Tirkiyeyê bo Almanyayê bertek

Wezareta Karên Derva:"Li welatê me di emilandina erka darazê da, tu şax, meqam an jî şexsiyet bo dadgehan nikare emr û talîmatê bide û herwiha pêşniyaz û telqînê bike. Ev yek di çarçoveya destûra me da hatiye parastin"

Önder Beyter  | 20.07.2017 - Rojanekırın : 20.07.2017
Ji Tirkiyeyê bo Almanyayê bertek

Ankara

ANKARA

Wezareta Karên Derva ragihand, nabe ku daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Almanyayê ên der heqê welatiyê alman Peter Steudtner ku li Tirkiyeyê hat tewqûfkirin da bê qebûlkirin û wiha hat gotin: "Li welatê me di emilandina erka darazê da, tu şax, meqam an jî şexsiyet bo dadgehan nikare emr û talîmatê bide û herwiha pêşniyaz û telqînê bike. Ev yek di çarçoveya destûra me da hatiye parastin."

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha bal kişand, "Der heqê welatiyê alman Peter Steudtner ku di 18ê Tîrmeha 2017an da hat tewqûfkirin da ligel Meslehetguzerê Berwext ê Balyozxaneya Almanyayê ya li Enqereyê li wezareta me hevdîtin hatiye kirin û herwiha jê ra hatiye îzahkirin ku divê baweriya xwe bi daraza tirk bînin, ji roja ewil a girtina Stedtner pê va di warê bicihanîna hîmayeya konsolosxaneyê ya li gorî hiqûqa navneteweyî da tu kêmasiyek çênebûye."

Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku li ser daxwaza wan, Balyozê Tirkiyeyê yê li Berlînê Alî Kemal Aydin jî îzah da Wezareta Karên Derva ya Almanyayê û wiha ha gotin:

"Îfadeyên di daxuyaniyên navborî da, mensûbên rêxistinên terorî yên cuda cuda yên ku Tirkiyeyê dixin hedefa xwe, star dike. Vê yekê careke din da nîşan ku kesên dibin asteng û nahêlin terorîst derkevin pêşiya edaletê, di şîrovekirina hiqûqê da cotstandardiyê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın