Polîtîka

"Kî dikare kurdan temsil bike xebatên vê yekê tên kirin"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Kî dikare kurdan temsil bike xebatên vê yekê tên kirin, em vê yekê ligel Îran û Rûsyayê jî parve dikin. Jixwe Îran jî naxwaze YPG li vir be."

Önder Beyter  | 12.12.2017 - Rojanekırın : 12.12.2017
"Kî dikare kurdan temsil bike xebatên vê yekê tên kirin"

Ankara

ANKARA 

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê nûnertiya kurdên Sûriyeyê da wiha got, "YPG nûnertiya beşeke hindik a kurdan dike. Hûn dizanin Encumena Niştimanî ya Sûriyeyê heye, Encumena Niştimanî ya Kurdî heye. Ji xeynî van jî grûbên kurdan hene, grûbên kurdî yên ku li Ewropayê dimînin jî hene. Ango em ne dijî birayên xwe yên kurd in."

Çavuşoglu li ser şaşeya têlevîzyona NTVyê rojev nirxand û der barê daxuyaniya Putîn da got ku Rûsyayê berê jî ji leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişand, lêbelê ji ber gurbûna şer îcar ji berê bêtir leşker anî. Çavuşoglu bal kişand ku çi bi vî hawî çi jî bi wî hawî li Sûriyeyê têkoşîna dijî DEAŞê gihîşt merheleyeke girîng û wiha dewam kir, "Rejim, Îran û Rûsya bi hevkariyeke sêalî li ser mijarên din jî hûr dibin. Li herêmê baregehên Rûsya û Amerîkayê hene. Ango herçiqas ew bêjin em vedikişin, ev yek ne rast e û li gorî rastiya rewşê nîne. Jixwe li wir 2 baregehên ûris hene û herwiha li deverên cuda leşkerên Rûsyayê hatine bicihkirin."

Çavuşoglu der heqê Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê da jî destnîşan kir ku YPG, ne nûnerê kurdan e û wiha pê da çû:

"YPG nûnertiya beşeke hindik a kurdan dike. Hûn dizanin Encumena Niştimanî ya Sûriyeyê heye, Encumena Niştimanî ya Kurdî heye. Ji xeynî van jî grûbên kurdan hene, grûbên kurdî yên ku li Ewropayê dimînin jî hene. Ji em ligel van hemûyan di peywendiyê da ne. Ango em ne dijî birayên xwe yên kurd in. Bereks em bi wan ra ne lêbelê em dijî rêxistinên terorê ne. Ji ber hindê, gelek grûb hene ku dikarin di kongreya diyalogê da nûnertiya kurdan bikin. Me lîsteya wan hemûyan da Rûsyayê. Herwiha di vê çarçoveyê da kî dikare kurdan temsil bike xebatên vê yekê tên kirin. Em vê yekê ligel Îran û Rûsyayê jî parve dikin. Jixwe Îran jî naxwaze YPG li vir be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın