Tirkiye, Polîtîka

Li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeyê de 44 binçavkirî

Piştî teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî di lêpirsîna ku navenda wê Mêrdîn e de 44 kesên din hatin binçavkirin.

E.O  | 27.07.2016 - Rojanekırın : 27.07.2016
Li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeyê de  44 binçavkirî

Mardin

MARDÎN

Piştî teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) di lêpirsîna ku navenda wê Mêrdîn e de 44 kesên din hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin piştî teşebûsa derbeyê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tê kirin de li bajêrên cur bi cur operasyon hatin kirin. Di operasyonê de xebatkarên qamûyê û karsaz jî di nav de 44 kes hatin binçavkirin.

Di operasyona ku pêr hatibû kirin de waliyên Mêrdînê yên berê Tûrhan Ayvaz û Ahmet Cengîz, Selîm Palamût, Huseyîn Avci, Şenol Koca û Mufît Gultekînê ku di wextên cuda de peywira arîkariya walî kirin, akademîsyen, polês, îmamên bajêr ên qaşo yên rêxistinê û karsaz jî di nav de 68 kes hatibûn girtin.

Miameleyên 112 kesên ku di lêpirsînê de hatin binçavkirin ên li ewlehiyê berdewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.