Tirkiye, Polîtîka

"Ma divabû ne 250 lê 250 hezar kes bihatana kuştin"

Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş, "Kahl diyar dike ku şopa FETO di hewla derbeya 15ê Tîrmehê de nehatiye dîtin. Ji bo ku were ispatkirin FETO li pişt vê teşebbusê ye, ma divabû ne 250 lê 250 hezar kes bihatana kuştin?"

Muhammet Kurşun  | 20.03.2017 - Rojanekırın : 21.03.2017
"Ma divabû ne 250 lê 250 hezar kes bihatana kuştin"

Ankara

ANKARA (AA) - Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş, welatên Ewropayê der barê polîtîkayên xerab û encamên ne xweş de hişyar kirin û got: "Pêşerojeke gelekî xerab li benda cîrana me ya nêzîk, dosta me û muttefiqa me parzemîna Ewropayê ye. Divê em tevdîrên xwe bigirin. Rêya wergirtina van tevdîran jî jiyana dostane ya digel biyaniyan e. Ewropa, ji vî aliyî ve xwedî wê potansiyela firehkirina cografyaya dil û fikr e. Eger vê nekin û teslîmî gotinên nijadperest, faşîst û rastgirên tund bibin dê zererê bibînin. Em vê dibêjin. Em ne ji bo biçûkxistinê dibêjn. Bila eqilê xwe bidin serê xwe. Tevdîrên xwe bistînin. Bil wan rojên xwînawî yên yên di tarîxa nêzîk a Ewropayê de bînin bîra xwe."

Kûrtûlmûş piştî civîna Encumena Wezîran a li Kulliyeya Serokkomariyê ku bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan birêve çû cewaba pirsên rojnamevanan da û der barê mijarên rojevê de nirxandin kirin.

Kûrtûlmûş, li ser manşetên rojnameyên Swîsre û Almanyayê yên der barê referandûmê de wiha axivî:

"Çi karê rojnameya Blick û Bild bi referandûma 16ê Nîsanê ya Tirkiyê ve heye? Çima Swîsre û Almanyayê eleqedar dike? Referandûma Tirkiyê çima hin siyasetmedarên Almanya û Swîsreyê eleqedar dike? Yên ku dê bêjin "na" jî welatiyên me ne û yên ku dê bêjin "erê" jî. Em rapirsiyê li Swîsreyê nakin. Yan jî hûn manşetên rojnameyên wê derê ji bo rapirsiyeke li Almanya û Swîsreyê venaqetînin. Ev bi awayekî eşkere destêwerdana karûbarê Tirkiyê ye. Xwetevkirina geşedanên siyasî yên Tirkiyê ye. Ez careke din dixwazim îfade bikim ku em van qebûl nakin û bi giranî pêşwazî nakin."

Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş, bal kişand ser mînaka miameleyên li dijî wezîrên Tirkiyê û wiha nirxandin kir:

"Pêşerojeke gelekî xerab li benda cîrana me ya nêzîk, dosta me û muttefiqa me parzemîna Ewropayê ye. Divê em tevdîrên xwe bigirin. Rêya wergirtina van tevdîran jî jiyana dostane ya digel biyaniyan e. Ewropa, ji vî aliyî ve xwedî wê potansiyela firehkirina cografyaya dil û fikr e. Eger vê nekin û teslîmî gotinên nijadperest, faşîst û rastgirên tund bibin dê zererê bibînin. Em vê dibêjin. Em ne ji bo biçûkxistinê dibêjn. Bila eqilê xwe bidin serê xwe. Tevdîrên xwe bistînin. Bil wan rojên xwînawî yên yên di tarîxa nêzîk a Ewropayê de bînin bîra xwe."

"Ma divabû ne 250 lê 250 hezar kes bihatana kuştin"

Kûrtûlmûş, rexneyên tund li Serokê Teşkîlata Îstixbarata Almanyayê Bruno Kahl girt û got:

"Kahl diyar dike ku şopa FETO di hewla derbeya 15ê Tîrmehê de nehatiye dîtin û daxuyaniyên Tirkiyê yên der barê FETO de ku ew li pişt vê hewlê ye ne cihê baweriyê ye. Ev îfadeyên Kahl bi tu awayî nayên qebûlkirin. Ji bo ku were ispatkirin FETO li pişt vê teşebbusê ye, ma divabû ne 250 lê 250 hezar kes bihatana kuştin?"

Der barê Kahl de wiha pê de çû:

"Kahl, bi kîjan eqlî difikire û gotinên wisa dibêje em di fêmkirinê de zehmetiyê dikişînin. Ew bi vê yekê dijberiya Tirkiyeyê gaveke din pêşve dibin û piştevaniya FETO dikin. Gotinên Shulz ku namzedê serokwezîriyê yê SPDyê ye jî ne cihê qebûlê ne. Dixwazim bêjim ku em van wek gotinên bi telaş û heyecan hatine gotin dibînin. Ew gelekî bi heyecan in ku di referandûmê de "na" derkeve û loma jî kampanyayê li dijî "erê" dimeşînin."

Kûrtûlmûş, rêdana rêxistina terorî PKKyê jî wiha şirove kir:

"PKK, hem ji aliyê Almanya hem jî Ewropayê ve rêxistineke ku bi awayekî resmî wek rêxistineke terorî hatiye îlankirin û di nav rêxistinên terorî yên navneteweyî de cih digire. Lê belê em dibînin ku rê didin postêr, dirûşm û afîşên wan ên li dijî Tirkiyê bilind bikin û xwepêşandanan li dar bixin. Lê belê rê nadin wezîrê Tirkiyê ku digel xelkê xwe bicivin. Hal ew e ku digel Tirkiyê peymana wan a hevkariyê heye. Loma jî ev di tu standardê de hilnayê. Tu aqil, îzan û însaf vê helwesta wan qebûl nake. Loma em vê helwesta wan qebûl nakin û careke din îfade dikin ku tehemmula van nakin û vê helwestê bi awayekî eşkere şermezar dikin."

Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş, mizgîniya taloqkirina deynê cotkaran jî da û got: "Biryara derengxistina deynên cotkarên me yên li Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Hekarî û bajarên me yên din ku ji terorê zerer dîtine îro li Encumena Wezîran hat îmzekirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın