Polîtîka

"Nediyarî êdî ji holê radibe"

Serokwezîr Bînalî Yildirim got:"Di sîstema nû de êdî nediyarî êdî ji holê radibe û problema lihevnekirina Serokomar û Serokwezîr diqede. Çimkî sîstem diguhere, sîstema hikûmeta Serokomariyê tê. Êdî li ser sindoqê hêzdarbûnê hûn diyar dikin."

28.03.2017 - Rojanekırın : 28.03.2017
"Nediyarî êdî ji holê radibe"

Ankara

KARAMAN

Serokê Giştiyê AK Partiyê û Serokwezîr  Bînalî Yildirim diyar kir ku ew 14 sal e xizmetê dikin û ji aliyekî ve jî keviran diavêjine şeytan û wiha got: "Di sîstema nû de êdî kêviravêtin tuneye. Êdî bazdana astengkirî tuneye, bazdana astengnekirî heye. Nediyarî êdî ji holê radibe. Êdî problema lihevnekirina Serokomar û Serokwezîr diqede. Çimkî sîstem diguhere, sîstema hikûmeta Serokomariyê tê. Êdî li ser sindoqê hêzdarbûnê hûn diyar dikin."

Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim di mitînga partiya xwe ya bi munasebeta rayavêtina gel a ji bo guherandina makezagonê ku li Meydana Demokrasiyê ya 15 Tîrmehê ya Aktekkeyê hat kirin da axivî û got: "Çiqasî dixwazin bira bêjin 'na', hetanî ku dikarin bira li ber rabin. Kiliçdaroglu 7 hilbijartin e destevala vedigere malê. Îcar jî heman tiştê bibe."

Ji axaftina Serokwezîr Yildirim hin sernavên derketin pêş ev in:

"Meseleya referandumê meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye û ez di vê mijarê de Ewropayê hişyar dikim. Tevlî karên me yên navxweyî nebin û li karê xwe binihêrin. Bila her kes cî û warê xwe bizanibe. Li hêviya we maye hûn bi PKKyê çalakiyan didin kirin? Li hêviya we maye hûn xwedî li FETOyiyan derdikevin?

Her ku Tirkiye di rêya demokratîkbûnê da pêş dikeve, mixabin li hin welatên Ewropayê gotinên nijadperest roj bi roj zêde dibin. Dijmintiya Erdogan bû mode. Merivên rêxistinên terorê, yên PKKê, FETOyê bi rehetî propagandaya 'na'yê dikin, kuçe kuçe digerin û dibêjin 'na, na', posterên serkirdeyê cudaxwaz digerinîn, lê 'erê' tê qedexekirin. Navê vê yekê rasterast nijadperestî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın