Polîtîka

"Neyartiya li hember Tirkiye û Erdogan derketiye asta dîntiyê"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, li ser bûyera li Swîsreyê di çalakiya 25ê adarê da li dijî Erdogan pankarta suîqesdê hat vekirin got ku neyartî û paranoyaya li hember Tirkiye û Erdogan bi rastî jî qey gihaştiye asta dîntiyê?"

28.03.2017 - Rojanekırın : 28.03.2017
"Neyartiya li hember Tirkiye û Erdogan derketiye asta dîntiyê"

Ankara

ANKARA

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, li ser bûyera li Swîsreyê di çalakiya 25ê adarê da li dijî Erdogan pankarta suîqesdê hat vekirin got ku neyartî û paranoyaya li hember Tirkiye û Erdogan bi rastî jî qey gihaştiye asta dîntiyê?"

Kalin di rojnameya Daily Sabahê de meqaleyeke bi navê "Ewropa Tirkiyeyê weke "êdin" dibîne? nivîsî. Kalin di meqaleyê de got ku hikûmeta Siwîsreyê di 25ê adarê da li Bernê destûr da çalakiya kesên ku rasterast piştgiriyê didin terorê. Siwîsre bi vê tevgerê kete nav koroya dijî Tirkiyeyê ya ku li Ewropayê her ku diçe mezin dibe.

Kalin destnîşan kir di çalakiyê da endamên PKKyê tenê ji bo referanduma 16ê nîsanê kampanyaya "na"yê nekirin, di heman demê da propagandaya terorê kirin û wiha got: "Di posterekê da çek kiribûn serê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û 'Erdogan bikujin' nivîsandibûn."

Kalin destnîşan kir otorîteyên Swîsreyê pêşiyê wek "protestoyeke aştiyane" çalakî parastin û peyra li ser bertekên Tirkiyeyê û vexwendina balyozê Swîsreyê lêpirsîn dan destpêkirin û wiha got: "Em ê meseleyê ji nêz va teqîb bikin. Beriya her tiştî demokrasiya Ewropayê çawa destûrê dide li nav dewletên wan terorîst kar û barên xwe bimeşînin? Kî dikare çalakiyên rêxistina terorê wek azadiya kombûnê û îfadeyê bibîne? Çeka dirêjî serokomarê hilbijartî dikin ji bo nirxên Ewropayê talûke nîne?"

Kalin diyar kir çawa ku dixuyê hin siyasetmedarên ewropî di referanduma 16ê Nîsanê da cûm bûne û bi awayekî eşkere piştgiriyê didin kampanyaya "na"yê û wiha xeberda, "Der heqê guhertineke girîng a destûrê ya li welatekî ku endamê NATOyê ye û namzedê YEyê ye da tu agahiyeke wan tuneye. Der barê mijareke ku ne ew, lê gelê tirk wê biryarê bide da helwesta xwe nîşan didin. Siyasetmedarên tirk tawanbar dikin ku siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê tînin Ewropayê, lêbelê ew bi xwe di nîqaşeke siyasî ya li Tirkiyeyê da dibin alî.

Heger Tirkiye ji bo ewropiyan girîng bûya, wê piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê helwesteke eşkere û zelal nîşan bidana. Wê li hemberî mensûbên FETOyî û terorîstên PKKyî pişta Tirkiyeyê bikirana. Şûna ku çek, îstixbarat û perwerde bidin PYD û YPGya ku baskên rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyeyê ne, wê bi rastî jî piştgiriya Operasyona Mertalê Feratê ya ku Tirkiye li Sûriyeyê li dijî DEAŞê têdikoşe, bikirana."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın