Tirkiye, Polîtîka

"Peyva Kurdistanê di dema Selçûqî, Osmanî û Cumhûriyetê de hat bikaranîn"

Parlamenterê AK Partiyê ji Konyayê Haci Ahmet Ozdemir got: "Peyva Kurdistanê di dema Selçûqî, Osmanî û Cumhûriyetê de hat bikaranîn. Lê ji bo pênasekirina deverên ku kurd lê dijîn hatiye bikaranîn. Binavkirineke sade ye."

Muhammet Kurşun  | 01.06.2017 - Rojanekırın : 02.06.2017
"Peyva Kurdistanê di dema Selçûqî, Osmanî û Cumhûriyetê de hat bikaranîn"

TBMM

TBMM

Li Lijneya Giştî ya Meclisê Parlamentera HDPyê Feleknas Ûca di xeberdana xwe ya ji derveyî rojevê de got "bajarên Kurdan, Kurdistan" Wekîla Serokê Meclisê Ayşe Nur Bahçekapili jî nerazîbûn li hemberî vê nîşan da û got: "Ev zimanekî cudakeriyê ye. Di vê rewşa hessas de ev ziman ne xweş e. Îro li serê çiyayan ji bo em rehet bixebitin birayên me şehîd dikevin. Di halekî wisa de ev zimanê cudakirinê ne rast e. Divê em hemû di xala hevpar a biratiya Kurd û Tirkan de kom bibin."

Parlamenterê AK Partiyê ji Konyayê Haci Ahmet Ozdemir jî got: "Peyva Kurdistanê di dema Selçûqî, Osmanî û Cumhûriyetê de hat bikaranîn. Lê ji bo pênasekirina deverên ku kurd lê dijîn hatiye bikaranîn. Binavkirineke sade ye. Tu carî ji bo dewleteke cuda, eyalet û rêxistinbûyîneke siyasî nehatiye gotin"

Wekîlê Serokê Koma AK Partiyê Mehmet Mûş jî, diyar kir ku xeberdana Feleknas Ûca ji bo paqijkirina rêxistina terorî PKKyê ye ne tiştekî din. Loma jî ew vê hewldanê nalet dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın