Polîtîka

Peywirên arîkarên serokwezîr diyar bûn

Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş peywirên serokwezîr û arîkarên serokwezîr û sazî û rêxistinên girêdayî wan eşkere kir.

Elif Orhan  | 25.05.2016 - Rojanekırın : 26.05.2016
Peywirên arîkarên serokwezîr diyar bûn

Ankara

ANKARA

Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş peywirên serokwezîr û arîkarên serokwezîr û sazî û rêxistinên girêdayî wan eşkere kir.

Di civîna ewil a Lijneya Wezîran a Hikûmeta 65emîn a ku bi Serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin de peywirên arîkarên serokwezîr û sazî û rêxistinên girêdayî wan hatin diyarkirin.

Dema ku civîn berdewam dikir peywirên arîkarên serokwezîr ê kabîneya nû û sazî û rêxistinên girêdayî wan eşkere kir. Li gor vê:

Sazî û rêxistinên girêdayî Serokwezîr Bînalî Yildirim; Sekreteriya Giştî ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî, Misteşariya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî, Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî, Serokatiya Ajansa Nasandin, Piştgirî û Veberhênanê ya Tirkiyeyê, Midûriya giştî ya Çapemenî, Weşan û Enformasyonê, Sekreteriya Giştî ya Fona Nasandinê.

- TMSF, SPK û BDDK emanetî Canîklî ye

Peywirên Nûrettîn Canîkliyê Arîkarê Serokwezir, têkiliyên bi TBMMyê re, Şopandin û Kordînasyona Reform û Veberhênanan, Başkirina Atmosfera Veberhênanan. Sazî û rêxistinên girêdayî wî jî Lijneya Bazara Sermayeyê (SPK), Saziya Verastkirin û Kontrola Bankavaniyê (BDDK), Fona Mevdûata Teserrûfê (TMSF).

- Misteşariya Xezîneyê û Bankaya Navendî girêdayî Şîmşek in

Sazî û rêxistinên girêdayî Mehmet Şîmşekê Arîkarê Serokwezîr; Misteşariya Xezîneyê, Bankaya Navendî ya T.Cyê, Midûriya Giştî ya Bankaya Zîreatê ya T.C.yê, Midûriya Giştî ya A.Ş ya Bankaya Halkê ya Tirkiyeyê, Midûriya Giştî ya Bankaya Pêşketinê ya Tirkiyeyê û Midûriya Giştî ya T.A.O ya Bankaya Weqfan a Tirkiyeyê.

- Turkeş dê biryarên MGKyê pêşkêş bike

Peywirên Tugrul Turkeşê Arîkarê Serokwezîr, ji bo ku nêrîn û biryarên tewsiyeyê yên Lijneya Ewlehiya Neteweyî bê nirxandin wan pêşkêşî Lijneya Wezîran bike û heke ev biryar li Lijneya Wezîran bê qebûlkirin kordînasyon û şopandina van biryayên tewsiyeyê, karên kordînasyonê yên der heqê Qibrisê de, birêvebirina Projeya Îtifaqa Şaristaniyan, kordînasyona mijarên der heqê Bîranîna Sala 100emîn. Sazî û rêxistinên girêdayî wî; Serokatiya Civakên Eqreba û Tirkên Derveyî Welêt û Serokatiya Lijneya Bilind a Ataturk, Çand, Ziman û dîrokê.

- Veysî Kaynak dê bi mijarên mafên mirovan re eleqedar bibe

Peywirên Veysî Kaynakê Arîkarê Serokwezîr, mijarên der heqê mafên mirovan de û kordînasyona mijarên der heqê mafên mirovan de. Sazî û rêxistinên girêdayî jî Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê, Lijneya Parastina Daneyên Şexsî, Midûriya Giştî ya Weqfan, Serokatiya Birêvebirina Rewşa Acîl û Bobelatê, Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirkan.

- Kurtulmuş ji TRT û AAyê berpirsyar e

Peywirên Numan Kurtulmuşê Arîkarê Serokwezîr; Berdevkiya Hikûmetê, birêvebirina karên der heqê dîplomasiya kamûyêde û têkiliyên der heqê Şewra Bilind de. Saziyên girêdayî wî; Serokatiya Karên Diyanetê, Midûriya Giştî ya Saziya Radyo-Televîzyonê ya Tirkiyeyê, Midûriya Giştî ya Anadolu Agencyê, Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê.

Wezîrê YEyê 'Sermizakerevan'

Her wiha di mizakereyên endamtiya ya ku dê bê Meqamên Yekîtiya Ewropayê re bê kirin de peywira "Serokatiya Heyeta Mizakereyê" û "Sermizakerevan" dan Wezîrê Yekîtiya Ewropayê. Kordînasyona fealiyetên der heqê sendîkayên peywirdarên kamûyê û kordînasyona peymanên kar ên komî jî li ser navê Serokwezîr dê ji aliyê Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî ve bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.