Polîtîka

Piyade wê beşdarî Hereketa Mertalê Feratê nebin

Wezîrê Berevaniya Neteweyî Fîkrî Işik der heqê Hereketa Mertalê Feratê da got: "Hemû piştgiriyên ku hewce dike em didin ASAyê. Lê niha planeke me ya ku em tevlî piyadeyên xwe tevlî vê hereketê bibin tuneye."

21.09.2016 - Rojanekırın : 22.09.2016
Piyade wê beşdarî Hereketa Mertalê Feratê nebin

Istanbul

ESKÎŞEHIR

 Wezîrê Berevaniya Neteweyî Fîkrî Işik der heqê Hereketa Mertalê Feratê da got: "Hemû piştgiriyên ku hewce dike em didin ASAyê. Lê niha planeke me ya ku em tevlî piyadeyên xwe tevlî vê hereketê bibin tuneye."

Işik di vekirina Avahiya TUSAŞ a Pîşeya Motor (TEI) Teknolojiyên Îmalat a Pêşva da pirsên rojnamegeran bersivandin.

Ji Wezîrê Berevaniya Neteweyî Işik hat pirsîn ku gelo wê unsûrên piyade jî di Hereketa Mertalê Feratê da ya ku li bakurê Sûriyeyê dijî rêxistinên terorê tê birêvabirin da wê cih bigirin an na û Wezîr Işik jî di vê mijarê da got: "Tirkiye heta ku ewlehiya xwe garantî bike wê ev hereket dewam bike. Di vê mijarê da teredût qet tuneye. "

"Em nafikirin ku tevlî piyadeyên xwe beşdarî hereketê bibin"

Işik destnîşan kir ku heke ji bo El Babê çûn hewce bike ew texsîr nakin û axaftina xwe wiha domand: "Dema ev yek bê kirin jî Tirkiye di şûna piyadeyên xwe da wê bi elemanên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ra vê hereketê birêve bibe û niha plankirina me ev e. Yanî em bi piyadeyên xwe ra nafikirin ku tevlî vê hereketê bibin. Her ku diçe kesên beşdarî ASAyê dibin zêdetir dibe. Ew axa axa van mirovan e. Ew kes di parastina axa xwe da piştgiriya Tirkiyeyê pir muhîm û giring dihesibînin. Em jî piştgiriyê didin wan û emê piştgiriya didin bidomînin jî. Lê daxwaza me jî ewe ku ASA û muxalefeta nerm a Sûriyeyê ji seranserê axa xwe DAEŞ û unsûrên xerîb bi taybetî jî ji YPGê paqij bike. Bila herkes li herêma xwe bijî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.