Polîtîka

"PKKya rêxistina terorê û FETO bi hevra dixebitin"

Serokomar Erdogan got: "PKKya rêxistina terorê û FETO bi hevra dixebitin. Evana di nav midûriyeta ewlehiyê de hene. Di nav hêzên me yên biçek de hene. Evana karên rêxistinê hêsantir dikin. Lê roj bi roj dihelin û wê van deran terk bikin."

18.01.2017 - Rojanekırın : 18.01.2017
"PKKya rêxistina terorê û FETO bi hevra dixebitin"

Ankara

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: Serokomar Erdogan got: "PKKya rêxistina terorê û FETO bi hevra dixebitin. Evana di nav midûriyeta ewlehiyê de hene, erê hene. Di nav hêzên me yên biçek de hene, erê hene. Evana karên rêxistinê hêsantir dikin. Lê roj bi  roj dihelin û wê van deran terk bikin."

Ji axaftina Serokomar hin sernavên ku derketin pêş ev in: 

Me li hemberî derbekaran, cuntaciyan û hêzên wesayetê piştgirî da têkoşîna darazê. Lê ji bo ku ji milîtanên xwe re rê veke vê rêxistinê (FETO) ev piştgirî bikar anî. Ji ber vê bi tenê kadro nehatin îstilakirin, ji bilî vê, têkoşîna me ya li hemberî derbekaran, cuntaciyan û hêzên wesayetê jî zirar dît.

Hinekan biisrar xwest ku operasyona 17-25ê Kanûnê wekî meseleya min a şexsî nîşan bidin, hê jî ev hewla wan dewam dike. Halbûkî operasyona 17-25ê Kanûnê xwedeşîfrekirina rêxistina (FETO) bû ku hewl dida darazê bixe bin destê xwe.

Me di tu heyameke jiyana xwe da, bi pêşdarazî însan kategorîze nekirine, em bi vî awayî tevnegeriyane. Me ji hemû kesên ku bi dewlet, milet, hikûmet, saziyên meşrû ên demokratîk bawerin re deriyên xwe heta dawiyê vekirin. Me daraz radestî kesekî an komekî nekir. Lê belê hişmendî û xwe birêxistin kirina vê rêxistina (FETO), ji bo îstîsmarkirina hemû cure niyetên baş musaîd e, me dît ku li gelek ciyan kombûne, cihê xwe çêkirine.

Tasfiyekirina FETOyiyan êdî runiştiye. Welatiyên me wisa dibêjine me. Heta niha ji ber tasfiyekirina FETOyiyan ji saziyên me tu problem derneketiye û tu mexduriyetî me nedît. Ji ber vê eynî wek şibîta girtina faîlê êrîşa Stenbolê ez xebatkerên me serkeftî dibînim û wan piroz dikim. Karekê zehmete ez dibînim ku biserkeftî dikin.

Rêxistineke terorê li darazê hikûmdariyê dike, ev jî nîşan dide ku pirsgirêkek li vir heye. Ji ber vê, heke têkiliyên di navbera rêzikdanîn, rêvebirin û darazê bi nêrîneke demokratîk cardin bê diyarkirin, ev ji bo Tirkiyeyê ne xerabî ye, berevajiyê vê destkeftiyeke mezin e.

Di xebata dewletê de patînajek heye. Lazim e ev patînaj ji holê bê rakirin. Eha di duserîbûnê de divê ev hebe. Ji partiyên me Partiya Herekata Milî ev rastî dît, bi saya dîtina vê rastiyê rê li pêşiya guhertina destûra bingehîn vebû. Ez li ser navê miletê xwe bi taybetî spasiya serokê Partiya Herekata Milî û ekîba wî dikim.

PKKya rêxistina terorê û FETO bi hevra dixebitin. Evana di nav midûriyeta ewlehiyê de hene, erê hene. Di nav hêzên me yên biçek de hene, erê hene. Evana karên rêxistinê hêsantir dikin. Lê roj bi  roj dihelin û wê van deran terk bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın