Polîtîka

"Êdî ji Hewlêrê bo tu derê wê seferên balafiran neyên kirin"

Serokomar Recep Tayyîp Edogan: "Êdî ji jorê va wê xida, derman, cilûberg, ev û ew nekeve wir. Êdî qada asîmanî girtî ye. Êdî ji Hewlêrê bo tu derî wê seferên balafiran nebin ji ber ku qada asîmanî ya herî girîng em in."

18.10.2017 - Rojanekırın : 19.10.2017
"Êdî ji Hewlêrê bo tu derê wê seferên balafiran neyên kirin"

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Edogan li Kuliyeya Serokomariyê di 40emîn Civîna Mixtaran da axivî û got: "Tirkiyeya heta duh têkiliyeke baş bi reveberiya Bakurê Iraqê re danîbû û arîkarî dida wan. Îro em çima deriyên sînorê xwe digirin, sehaya esmanî digirin? Divê bersiva vê pirsê di serî de rêveberiya Herêma Bakûrê Iraqê bide. Çimkî wan ev yek anî vê merheleyê, me nekir." 

Serokomar Edogan Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê rexne kir û wiha got: "Êdî ji jorê va wê xida, derman, cilûberg, ev û ew nekeve wir. Êdî qada esmanî girtî ye. Êdî ji Hewlêrê bo tu derê wê seferên balafiran nebin ji ber ku qada esmanî ya herî girîng em in. Çi zanim xida ye, derman e û tiştên wisa, êdî emê bişînin cem rêveberiya navendî. Rêveberiya navendî jî alîkariya ku ji xelkê bakurê Iraqê ra lazim e, wê ji wir bişîne. Helbet hesasiyeta me ya di warê mirovî da wê dewam bike, lêbelê em dixwazin ku gelê bakurê Iraqê bibîne bê ka rêveberiya herêmî bi çi serê wan da anî. Em dixwazin gel jî dersa pêwîst bide wan." 

Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Ne ji me pirs dikin û dibêjin 'Li Sûriyeyê li Iraqê çi karê we heye? Li Balkanan, Qafqasan, Asyaya Navîn û Bakurê Afrîkayê çi karê we heye?'. Bersiva me ya ji bona van xwenezanên ku ji dîrokê bêhay ev e, hemû erdnîgariya li rojhilat û bakurê Enqereyê pariyekî dilê me ne, hemû erdnîgariyên li rojava û başûrê Enqereyê jî pariyê din ê dilê me ne."

Serokomar Erdogan der heqê Kerkûkê da wiha axivî: "Kesên rewşa herêmê ku ji nijad û dînên cuda pêk tê nede ber çavê xwe û weke ku kêmfirsendiyê bike û ecele hereket bike, wê li ber dîrokê hesab bidin. Radibe dêje 'Kerkûk ya min e'. Yaw tu bi kîjan heqî va dibêjî 'Kerkûk ya min e'. Dîroka te li Kerkûkê heye? Çi karê te li Kerkûkê heye. Li herêma ku rêvebiriya herêmî ya Bakurê Iraqê lê ye rûnê û karê xwe bike. Çi karê te li Kerkûkê heye. Tu dizanî ku li wê derê mafê kê heye. Mixabin bi zilm û zordariyê ev mirov li wê derê terbiye kirin. Li Iraqê ji ber vê sedemê berpirsê her xwîna ku dirije rêvebiriya herêmî ye."

Erdogan wiha xeber da: "Tirkiyeya heta duh têkiliyeke baş bi reveberiya Bakurê Iraqê re danîbû û arîkarî dida wan. Îro em çima deriyên sînorê xwe digirin, sehaya esmanî digirin? Divê bersiva vê pirsê di serî de rêveberiya Herêma Bakûrê Iraqê bide. Çimkî wan ev yeka anî vê merheleyê, me nekir."

Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Ev PYD/YPG rêxistinên terorî ne, li wê derê mixabin birayên me yên kurd dixapînin. Ev rêxistin perçeyên PKKyê ne. Dibêjin 'Ez kurd im, lê rica dikim ji ji YPG re ji PYDê re tiştekî nebêjin.' Birayên min yên kurd bila qusirê nenihêrin. Eger hûn van terorîstan biparêzin li wê derê, rêya me û we cuda dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın