Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Divê ev referandum neyê kirin"

Erdogan der barê referanduma ku Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze di 25ê îlonê bike da got: "Me di serî da got em yekîtiya axa Iraqê dixwazin. Hê tu kesî nedigot. Divê ev referandum neyê kirin."

20.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
Serokomar Erdogan: "Divê ev referandum neyê kirin"

New York

NEW YORK

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê referanduma ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dixwaze di 25ê îlonê bike da wiha got: "Me di serî da got em yekîtiya axa Iraqê dixwazin. Hê tu kesî nedigot. Divê ev referandum neyê kirin."

Serokomar Erdoganê ji bo Hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 72yemîn li New Yorka bajarê DYAyê ye derket bernameya "News Hour"a kanala PBSyê û pirsên Judy Woodruffa ku pêşkeşvana bernameyê bersivand.

Erdogan li ser pirsên referanduma ku HKI dixwaze di 25ê îlonê de bike wiha got:

"Ez vê eşkere bibêjim. Me di serî da got em yekîtiya axa Iraqê dixwazin. Hê tu kesî nedigot. Divê ev referandum neyê kirin. Lê wê derê ereb, tirkmen û kurd bi hev ra dijîn. Di navbera me û Iraqê da 350 kîlometre xeta sînor heye. Em ê vê referandumê çawa qebûl bikin? Îranj î di vê meseleyê da eynî nafikire. Irak jî eynî. Ji ber vê yekê hûn wek Bakurê Iraqê bi tenê çawa biryareke wiha didin? Em vê biryarê qebûl nakin."

Serokomar Erdogan piştgiriya DYA li Sûriyeyê dide PYD/YPGya ku baskê PKKya rêxistina terorê nirxand û got: "Li Sûriyeyê PYDya rêxistina terorê cih digire, bi heman awayî baskê wê YPG jî li wir e. Ew baskên PKKya rêxistina terorê yên li wê derê ne û em bi wan ra şer dikin. DYA, PKK wekî rêxistina terorê dihesibîne lê baskê PYD/YPGya şaxa wê wekî rêxistina terorê qebûl nake."

Serokomar Erdogan çekên DYAyê dabû PYDyê bi bîr xist û ragihand ku DYAyê gotiye piştî şerê bi DEAŞê ra ew çek wê bên komkirin. Di axaftina xwe da Erdogan bal kişand ser wan gotinan û got ku çekên berê hatine dayîn jî hene û ew kar bi wî awayî nameşe.

- "Hûn van çekan çawa didin rêxistinên terorê?"

Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Li Reqayê bi van komên ast kêm ra dijî DEAŞê şer kirin rast nîne, tevlî me dikaribûn ev şer birêva bibin. Têkoşîna li hemberî DEAŞê ku DYA bi PYD/PKKyê ra birêva dibe rast nîne. Min ev yek gihand meqamên payebilind ên DYAyê. Em nikarin wan çekan ji DYAyê bistînin hûn çawa wan çekan didin rêxistinên terorê? Em vê pirsê ji dostên xwe yên DYAyî dipirsin. Tirkiye bi pere ji DYAyê çekan distîne lê rêveberiya wî welatî ji terorîstan ra çekan belaş dişîne. Ji terorîstan ra 3 hezar TIR çek hatin şandin. Me demekê xwest ku Predatora wesayîta bêmirov a esmanî bila bifiroşin me lê wan neda. Niha wan bi TIRan va ji terorîstan ra dişînin."

- "Em li dijî gelê kurd nînin em li dijî rêxistinên terorê ne"

Serokomar Erdogan ji ber pirsekê xwest ku bila meseleyek baş bê fehmkirin û got: "Li vê derê mijar pirsgirêka kurd nîne. Ev pirsgirêkeke rêxistina terorê ye. Ez dixwazim binê vê yekê xêz bikim lewra em li dijî kurdan nînin, em li dijî rêxistinên terorê ne. Kurd dostên me ne."







Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın