Tirkiye, Polîtîka, Dinya

Serokomar Erdogan dê meha gulanê bi lîderên dinyayê re hevdîtinan bike

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, dê meha gulanê bi serokên welatên wek Hindistan, Rûsya, Çîn û Emrîkayê re hevdîtinan bike û herwiha li Brukselê beşdarî civînan bibe

Muhammet Kurşun  | 21.04.2017 - Rojanekırın : 21.04.2017
Serokomar Erdogan dê meha gulanê bi lîderên dinyayê re hevdîtinan bike Cumhurbaşkanı Erdoğan mayısta dünya liderleriyle görüşecek

Ankara

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, dê meha gulanê bi serokên welatên wek Hindistan, Rûsya, Çîn û Emrîkayê re hevdîtinan bike û herwiha li Brukselê beşdarî civînan bibe.

Piştî temambûna referandûma guherîna destûrê, Erdogan di meha pêşiya me de dê dîplomasiyeke berfireh bimeşîne û digel gelek serokên welatên mezin li dinyayê bicive.

Erdogan, dê pêşî 30ê Nîsanê beşdarî Forûma Kar a Hindistan-Tirkiyeyê bibe û bi sifetê Serokomar dê cara yekem here Hindistanê. Di çarçoveya vê seredanê de dê bi Serokomarê Hindistanê Pranab Mukherjee, Cîgirê Serokomar Hemîd Ensarî û Serokwezîr Narendra Modî re kom bibe.

Di hevdîtinan de wê têkoşîna li dijî terorê, zêdekirina hevkariya aborî û ticarî, rêxistinbûyîna FETO li Hindistanê û daxwaza Hindistanê ya li ser endambûna Koma Peydakerên Nukleerî werin nirxandin.

Erdogan û Pûtîn dê li ser Sûriyê biaxivin.

Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlînê Dmîtriy Peskov, diyar kir ku dê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn 3ê Gulanê li bajarê Soçiyê kom bibin.

Peskov, di daxuyaniya xwe ya ajansa RIA-Novost'i de ragihand ku wê di hevdîtina Soçiyê de Erdogan û Pûtîn rewşa li Sûriyê biniirxînin.

Peskov, der barê dîdarê de wek din agahî neda.

Serokomar Erdogan û Pûtîn herî dawîn di civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Rûsyayê ya 10ê Adarê li Moskovayê hatibû kirin de civiyabûn.

Erdogan, piştî Soçiyê dê 14-15ê li paytextê Çînê Pekînê beşdarî forûma "Rê û Nifş" û bibe.

Di vê forûmê de ji xeynî Erdogan, Serokê Rûsyayê Pûtîn, Serokê Filîpînê Rodrîfo Dûterte, Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Şerîf, Serokê Endonezyayê Jokovî Wîdodo û 28 welatên din jî dê beşdarî forûmê bibin.

Erdogan û Trump dê bicivin

Serokomar Erdogan piştî seredana Çînê 16-17ê Gulanê dê bi bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re bicive.

Piştî vê jî Erdogan dê 25ê Gulanê li Brukselê beşdarî civîna NATOyê bibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın