Polîtîka

Serokomarê Fransayê Macron: "Esed ji ber sûcên kirî, divê bê cezakirin

Macron: "Dijminê min ê li Sûriyeyê DEAŞ ê, lewra wan êrîşî Fransayê kir, ne Beşar Esed. Esed sûcdar e, di serî de jî dijminê gelê Sûriyeyê ye û divê ji ber sûcên kirî bê cezakirin."

20.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
Serokomarê Fransayê Macron: "Esed ji ber sûcên kirî, divê bê cezakirin

New York

NETEWEYEN YEKBÛYÎ

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got: "Dijminê min ê li Sûriyeyê DEAŞ ê, lewra ne Beşar Esed. Wan êrîşî Fransayê kir. Esed sûcdar e, di serî de jî dijminê gelê Sûriyeyê ye û divê ji ber sûcên kirî bê cezakirin, lê divê ji bo çûyîn an mayîna Esed gelê Sûriyeyê biryarê bide."

Macron di çarçoveya Hevdîtinên Lijneya Giştî ya NYyê ya 72yemîn, li Navenda Giştî yê NYyê civîna çapemeniyê li dar xist û pêvajoya li Sûriyeyê nirxand.

Macron ragihand ku armanca wan ew e li Sûriyeyê aştî û îstiqrar çêbibe û ji bo vê jî divê pêvajoyeke siyasî ya berfireh bidin destpêkirin. Her wiha Makron got ku Esed mayînde nîne lê di nav pêvajoya siyasî de divê her kes ji xwe re cihekî bibîne.

Macron wiha dewam kir: "Dijminê min ê li Sûriyeyê DEAŞ ê, lewra ne Beşar Esed. Wan êrîşî Fransayê kir. Esed sûcdar e, di serî de jî dijminê gelê Sûriyeyê ye û divê ji ber sûcên kirî bê cezakirin, lê divê ji bo çûyîn an mayîna Esed gelê Sûriyeyê biryarê bide. Divê em ne ji bo çûyîna Esed, lê ji bo gelê Sûriyeyê bi azadî hilbijartinê bike, pêvajoyeke siyasî ava bikin."

Macron di mijara Sûriyeyê de rola Îranê jî nirxand û got ku Îrana ku li herêmê bi bandor e divê li ser masê cih bigre. Her wiha Macron ragihand ku dikare di navbera DYAyê û Îranê da navberkariyê bike.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın