Polîtîka

Serokwezîr Yildirim ji Serokwezîr Mayê re peyama sersaxiyê şand

Serokwezîr Yildirim: "Ji ber êrîşên menfur ên terorî yên ku li Londrayê bû sedema mirina gelek însanan û birîndarbûna wan ez êşa we ji dil ve parve dikim."

23.03.2017 - Rojanekırın : 23.03.2017
Serokwezîr Yildirim ji Serokwezîr Mayê re peyama sersaxiyê şand

Elazig

ELAZIG

Serokwezîr Bînalî Yildirim ji ber êrîşa terorî ya li Londrayê peyamek ji Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê re şand û got ku ew ji ber mirî û birîndaran xemgîn e û êşa wan parve dike.

Serokwezîr Yildirim ji ber êrîşa Îngiltereyê peyameke taziyeyê ji Serokwezîr Mayê re şand û wiha got: "Ji ber êrîşên menfur ên terorî yên ku li Londrayê bû sedema mirina gelek însanan û birîndarbûna wan ez êşa we ji dil ve parve dikim. Li ser navê hikûmeta Tirkiyeyê û gelê tirk ez taziyeyê didim we û ji birîndaran re şifa xêrê dixwazim. Ev êrîş nîşan dide ku li dijî her cure terorê divê têkoşîn bi hevkariyê û bi biryar bê dayîn. Wek Tirkiye ez dixwazim bibêjim ku em bi Îngiltereyê re ne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın