Polîtîka

Serokwezîr Yildirim li Vîetnamê ye

Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokwezîrê Vîetnamê Nguyen Xuan Phuc di hevdîtina heyetan da serokatî kirin.

23.08.2017 - Rojanekırın : 23.08.2017
Serokwezîr Yildirim li Vîetnamê ye

Hanoi

HANOÎ

Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokwezîrê Vîetnamê Nguyen Xuan Phuc di hevdîtina heyetan da serokatî kirin.

Yildirim li avahiya serokwezîriyê axivî û ji bo eleqeya ku nîşanî heyeta wî dan sipasî hevtayê xwe kir.

Yildirim got gelê Tirkiyeyê têkoşîna ku gelê Vîetnamê ji bo parastina welatê xwe da ji nêz va dizane û teqdîr dike, têkiliyên dîplomatîk ên di navbera herdu welatan da di sala 1978an da hatin danîn.

Yildirim got ji wê rojê vir da têkiliya herdu welatan bi rêzdarî dewam dike û wiha pê da çû: "Em Vîetnamê wek hevkarekê hêzdar û ewledar dibînin. Serjimara herdu welatan jî dişibe hev ji bo hevkariyekê ev firsendeke girîng e. Ez dikarim bêjim ku ji bo pêşxistina têkiliyan û derxistina potansiyelê şert û merc li cî ne."

Yildirim destnîşan kir ku bi heyete berfireh hatine vê derê karsaz jî tevlî heyetê bûne karsazên Vîetnamê û karsazên Tirkiyeyê ew ê li ser hevkariyê biaxivin.

Yildirim diyar kir ku temasên nika bên danîn ew ê ji bo pêşxistina têkiliyên herdu welatan bi kêr bên.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın